Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû 2022-06-16 16:06:16   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji bo protestokirina girtinên ji ber rengên kesk, sor û zer ên di dawetekê de, bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Gitî bû.    Di 12’ê hezîranê de li eywaneke dawetan a şaredariyê ya navçeya Esenyurt a Stenbolê de bi hinceta ku şalên bi rengên kesk, sor û zer bi kar anîne, zava û 9 kesên beşdarî dawetê bûyîn hatin girtin. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş jî bi mebesta ku vê yekê protesto bike, bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû.