Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê 2022-06-16 16:45:10   ENQERE - Fezlekeya derheqê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz de hatiye amadekirin, ji Wezareta Edaletê re hate şandin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hincetên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz de bi hincetên weke “Li dijî polîsan derketiye”, “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye û birîndar kiriye” û “Beşdarî xwepêşandan û meşa bêdestûr bûye” fezleke amade kir û şande Wezareta Edaletê.    Piştî lêkolîna wezaretê jî dê fezleke ji Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re were şandin û ji wir jî bi daxwaza “rakirina parêzbendiyê” bişînin Meclisê.