Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin 2022-06-16 16:49:06   EDENE - Sê êrişkarên avahiya HDP’a Yuregîra Edeneyê îfadeyên bi nakokî dan. Ji êrişkaran Mahmut Kendîrcî îdia kir ku wê feyze ji wan kesên li ber avahiya HDP’a Amedê girtiye û êrişê pêk aniye.   Di 16’ê sibatê de kesên ji Sûriyê Ammar Hasan û Beşşar Elalî û kesê bi navê Mahmut Kendircî êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yuregîra Edeneyê kiribûn. Derbarê her sê êrişkaran de ji sûcê ku kirine doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ya 2’yemîn hat lidarxistin.    Her sê bersûc û parêzerên xwe û her wiha parêzerên HDP’ê û rêveberên HDP’ê tev li danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    ÎFADEYÊN BI NAKOKΠ   Bersûc dema axivîn îfadeyên bi nakokî dan û gotinên wan hev negirtin. Ji êrişkaran Mahmut Kendîrcî jî îdia kir ku ew kesên li ser ferman û daxwaza Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP’a Amedê tên sekinandin feyzê girtiye û êriş pêk aniye.    Parêzerên HDP’ê parastinê kirin û destnîşan kirin ku êrişa li dijî HDP’ê pêk hatiye bi rêxistinkirî û organîzekirî pêk hatiye.    DAXWAZA BERDANÊ HAT REDKIRIN    Parêzerên bersûcan îdia kirin ku êriş ne bizanebûn pêk hatiye, tu eleqeya wê bi rêxistinekê re nîne û xwestin êrişkar bên berdan. Dozger xwest bersûc girtî werin darizandin. Dadger daxwaza dozger qebûl kir û xwest bersûc girtî bên darizandin. Dadger danişînê taloqî 3’yê tebaxê.    ‘ÊRIŞ BI ZÎHNIYETA SOYLU PÊK HATIYE’   Piştî danişînê li ber avahiya edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku êrişa li dijî partiya wan bi zîhniyeta Sulyeman Soylu pêk hatiye û êrişek dij mirovî yhe û sûc li hemberî mirovahiyê hatiye kirin.