Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand 2022-06-17 09:03:51 STENBOL  - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku Ocalan aktorê aştiyê ye û Meşa Gemlîkê jî “tevgereke aştiyê” bû û got, wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsandiye. Di 12’ê Hezîranê de 6 partiyên siyasî û sazî bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê em ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin” ji bo azadiya fîzîkî û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Gemlîkê” li dar xistibûn. Tevî hemû astengiyan jî di serî de Amed û Stenbolê ji gelek deveran ve meş hatibû lidarxistin.  Ji saziyên ku meş li dar xistibûn yek jê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek encamên Meşa Gemlîkê û peyamên di meşê de xwe dan der nirxandin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek anî ziman ku Meşa Gemlîkê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin tevî hemû astengiyan jî ji aliyê gel ve bi wêrekî xwedî lê hatiye derketin û vê meşa girseyî serîhildaneke mezin di xwe de hewandiye.    DIJATIYA LI HEMBERÎ KURDAN DÊ ZIRARÊ BIDE HER KESÎ   Çîçek diyar kir ku polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji nêz ve girêdayî polîtîkayên înkarkirina gelê kurd e. Çîçek destnîşan kir ku ji polîtîkaya desthilatê ya li hemberî kurdan û siyaseta wê ya tecrîdê muxalefet jî di nav de zirarê dide her kesî û got, sedema desteserkirina hemû destkeftiyên muxalefetê jî ji ber vê ye.    ‘GEMLÎK TEVGERA AŞTIYÊ BÛ’   Çîçek anî ziman ku gava Meşa Gemlîkê birêxistin kirine li gor vê rastiyê hereket kirine. Çîçek got: “Li dijî siyaseta şer divê siyaseta aştiyê bê pêşvexistin. Ocalan, tekane aktöre siyaseta aştiyê ye. Serê xwe li ser çareseriyên polîtîk ên reel, aştiya civakî û demokratîkbûyînê êşandiye û ji bo vê jî Îmraliyê veguherandiye girava berxwedanê û vê yekê jî pêşniyazî gelên Tirkiyeyê kiriye. Em bi rastiyeke wiha re rû bi rû ne. Ji bo me şikandina tecrîdê, rêvekirina li ber têkoşîna statu û azadiya kurdan di heman demê de bi kurdan re bêhnderketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî. Armanca vî şerî bi tevahî teslîmgirtina vê erdnîgariyê ye. Ji bo domandina desthilata xwe û bekaya xwe, di destê rejîma AKP û MHP’ê de tenê şerê li hemberî kurdan maye. Lewma em dixwazin hem pêşî li ber şer hem jî li ber tecrîdê bigirin. Lewma Meşa Gemlîkê li dijî kesên ehlê şer tevgeraka aştiyê ye.”    PEYAMA MEŞÊ   Çîçek destnîşan kir ku dewlet di salên dawî de ji bo tasfiyekirina destkeftiyên gelê kurd serî li hewldanên şer û “dagirkirinê” daye û lewma polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan xistiye dewrê. Çîçek bi lêv kir ku li dijî vê polîtîkaya dewletê bi Meşa Gemlîkê ya ji bo Ocalan peyamên giran dane aqilê dewletê, muxalefeta fermî û siyaseta pergalê. Çîçek peyama gelê kurd wiha ragihand: “Hûn ser heqîqetê çi qasî dinixumînin binixumînin, hûn çi qasî înkar dikin bikin, heqîqetek me heye ; Ocalan rêberê gelê krud e. Di heman demê de nêzîkatiya ber bi birêz Ocalan nêzîkatiya ber bi gelê kurd e jî. Hûn bi tecrîdkirian birêz Ocalan dixwazin çareserkirina meseleya kurdî ji holê rakin. Tecrîd şer e, tecrîd dagirkerî ye. Em ê rê li ber van polîtîkayan venekin.”    TIRSA KÛR A DEWLETÊ: ÎMRALÎ   Çîçek bilêv kir ku tevgerên şorşeger ên sosyalîst ên di bin banê HDK’ê de tecrîdê û meseleya kurdî wekî “kevirekî bingehîn” ê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dihesibînin û got, ji ber vê ye di serî de kurd tevahiya tevgerên şoreşger bi salan e bedêlan didin. Çîçek anî ziman ku meşa îsal ji meşên her salî bêtir girseyî bû û serîhildaneke mezin di xwe de hewandiye û got, wêneyê mezin ê di çalakiyan de xwe daye der dewletê pir tirsandiye.    Çîçek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di hemû êrişan de bi aqilê dewletê yê tasfiyekirina vî wêneyê piralî re rû bi rû man. Tişta ku faşîzma AKP û MHP herî zêde jê ditirse ev bû. Ji lew re em dizanin ku meseleya kurdî tenê ne bi muxatabiya kurdan, gava tevahiya gelên Tirkiyeyê bi awayekî yekgirtî ehlê çareserkirian meseleya kurdî be dê ev polîtîkayên cihêkar ên dewletê bên tasfiyekirin. Tişta jê ditirsin jî ev e. Jixwe xwendina sereke ya HDK’ê ya meseleya kurdî jî ev e. Di meseleya kurdî de em çi qasî muxalefeta civakî mezin bikin, ne dewlet me, em ê aqilê dewletê tecrîd bikin. Dê kurd, elewî û derdorên din ên tên vederkirin dê neyên tecrîdkirin. Berevajî wê, her ku aqilê çareseriyê ber bi civakîbûnê ve biçe û rehên xwe bera nava civakê bide û alîgiran çêbike a rast dê dewlet bi xwe jî bê tecrîdkirin. Jixwe rengvedana tirsa wan jî êrişên wan ên li Kadikoyê bi xwe ye.”    ‘MEŞA RÊYA SÊYEM BÛ’   Çîçek destnîşan kir ku hinceteke sereke ya HDK’ê ya ji bo Meşa Gemlîkê jî xwendina wê ya “Rêya Sêyem” e ku Ocalan wekî çareserkirina tevahiya pirsgirêkan ew daniye holê. Çîçek wiha domand: “A rast Meşa Gemlîkê meşeke ‘Rêya Sêyem’ e. Îtiraza li ber hemû xwendin, bîrdozî, çînî û civakî yên fermî ye. Gava em dibêjin ‘ziman û çalakiya rastiyê’, ya em qesda wê dikin ev bi xwe ye.”    HELWESTA MUXALEFETÊ REXNE KIR   Çîçek destnîşan kir ku 24 sal in li Îmraliyê hiqûq hatiye sekinandin û helwesta muxalefetê ya div î warî de bi awayekî hişk rexne kir. Çîçek got: “Heya hûn li ber bêhiqûqîtiya li wir ranebin, hûn ê nikaribin ji heq polîtîkayên faşîst û qirker ên AKP’ê jî derkevin. Têkoşîna we ya li hemberî AKP’ê tenê dê ji têkoşîneke guherandina desthilatê wêdetir neçe. Zemîna dijî hiqûqê tenê ne desthilatê, dê we jî û civakê jî birizîne.”    SERLÊDANÊN PARÊZERAN ÊN JI BO HEVDÎTINÊ   Çîçek çalakiyên ji bo Ocalan tên lidarxistin wekî “heqîqeta civakî” şîrove kirin û got, divê her kes vê heqîqetê bibîne. Çîçek bal kişand ser serlêdana 775 parêzaran a ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û got: “Ev serlêdana 775 parêzeran ji aliyê desthilatê û muxalefetê ve ji nedîtî ve tê. Meşa Gemlîkê îtiraza li ber wê helwestê ye ku qanûnê û hiqûqê li gor kêfa xwe bi kar tîne.”    ‘GEL BI WÊREKÎ XWEDÎ LÊ DERKETIN’   Çîçek bilêv kir ku Meşa Gemlîkê, bi taybetî jî çalakiyên li Kadikoyê berpirsiyareke mezin li sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û şoreşgeran bar kiriye û wiha got: “Gelan bi Meşa Gemlîkê rojeva xwe diyar kir. Li dijî siyaseta derewkar, talenker û xespker gel cihê ku diviyabû lê bin li wir bû. A rast ev ji bo me destkeftiyeke pir mezin e. Li tiştên ku di demên dawî de AKP di çarçoveya ‘Plana Çokşikandinê’ de pêk tîne mêze bikin. Di heyameke wisa de ku her roj êrişên qirkirinê rû didin de ger gel wisa bi wêrekî xwedî li nirxên xwe derketibin, nexwe muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê û em HDK mecbûr in vê rastiyê bibînin. Em mecbûr in vê liv û tevgerê li nava civakê belav bikin. Gelan sparteka hîn bêtir civakîbûnê da me di Meşa Gemlîkê de. Her ku em vê yekê birêxistin bikin dê ev rejîm biguhere. Li dijî hemû êrişan gel ser li pêyan e û li benda siyaseta hêviyê ye.”    Çîçek di dawiya axaftina xwe de ragihand ku dê tevî hemû sazî û dezgehên girêdayî wan Meşa Femlîkê bêtir dahurînin û li gor vê rêbazên xwe yên têkoşînê yên ji bo heyama nû diyar bikin.    MA/ Ergîn Çaglar