Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir! 2022-06-17 09:10:46   RIHA - “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” karkerê înşeatê Pervîz Ezîzî yê 27 salî revandibû û ji ber ku fîdye bi dest nexistibû ew radestî Tirkiyeyê kiribû û Tirkiyeyê jî cezayê “muebeda giran” lê birîbû. Dadgeha Bilind, cezayê li Ezîzî hatibû birîn xera kir.    Hêzên paramîlîter ên wekî “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ku Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wan bi kar tîne li Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din kesan digirin û wan radestî Tirkiyeyê dikin û Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire. 107 kesên ku heya niha hatine tespîtkirin bi sûcên wekî “xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê”, “endamtiya rêxistinê û kuştina bi qesdî” tên darizandin. Piştî darizandinê li hin kesan jî cezayên pir giran tên birîn. Her wiha tê diyarkirin ku “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” jî ji bo berdana van kesan pereyan ji malbatên wan dixwazin û malbatên ku pereyên wan tune ne jî wan radestî Tirkiyeyê dike.    Ji van kesan yek jê jî Pervîz Ezîzî yê 27 salî yê ji Kirmanşan a Îranê ye. Pervîz Ezîzî ji ber rewşa aborî berê xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo karê înşeatê bike. Piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” bi hev re êriş birine ser Girê Spî, di 31’ê Cotmeha 2019’an de li vir Ezîzî girtine. Endamên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” beranberî berdanê doza pereyekî zêde li Ezîzî kirine. Piştî vê Ezîzî jî pêwendî bi malbata xwe re daniye û endamên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” muhletê dane malbatê. Endamên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ji ber ku malbata Ezîzî di nav 3 rojan de pere neşandiye, derheqê Ezîzî de zabitnameyek çêkirine û tê de nivîsîne ku wî di şer de zevt kirine û wî radestî Fermandariya Cendirmeyan a Serêkaniyê ya Rihayê kirine. Ezîzî li vir hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2’yan a Tîpa T’yê.   Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi sûcên “xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê”, “endamtiya rêxistinê û kuştina bi qesdî” derbarê Ezîzî de lêpirsînê daye destpêkirin. Dozgerî paşê bi heman sûcan derbarê Ezîzî de îdianameyê amade kiriye û îfadeyên Ezîzî yên li fermandariya cendirmeyan ên bi darê zorê pê dane gotin esas girtiye û xwestiye cezayê muebedê lê bê birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Rihayê jî îdianameyê qebûl kiriye.    CEZAYÊ MUEBEDA GIRAN   Di danişîna ewil de ku di 16’ê Tîrmeha 2020’an de hatiye lidarxistin, Ezîzî diyar kiriye ku bi îşkenceyê ev tişt pêdane gotin û gotiye, li Girê Spî li ser înşeatan xebitiye. Ezîzî di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku piştî hatiye girtin doza fîdyeyê li malbata wî hatiye kirin û ji ber ku malbata wî nikaribûye bide ew radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û gotiye: “Hin deverên laşe min birîndar bûn. Li cihê birîn xistin û hin parçe jê kirin. Bi aletekî jî pêl cihê birîndar kirin. Gava min birin cem dozger, min got tu eleqeya min bi rêxistinê re tune ye. Piştî vê îfadeya min cendirmeyan hîn bêtir tahde li min kirin.”    Di danişîna dudoyan ku di 1’ê Cotmeha 2020’an de hatiye lidarxistin, meqama îdiayê di mutalaaya xwe de xwestiye bi sûcê “xirabkirian yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebedê li Ezîzî bê birîn. Di danişîna biryardayînê de ku di 8’ê Cotmeha 2020’an de hatiye lidarxistin, dadgehê bi îdiaya “xirabkirian yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebeda giran û bi îdiaya “kuştina bi qesdî” jî 17 sal ceza li Ezîzî biriye.    DADGEHA BILIND XERA KIR   Daîreya Ceza ya 3’yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê jî di 30’yê Mijdara 2020’î de serlêdana parêzerê Ezîzî red kiriye û biryara dadgeha herêmî pesend kiriye. Piştî vê parêzerê Ezîzî dosye şandiye temyîzê.   Daîreya Ceza ya 3’yan a Dadgeha Bilind cezayê li Ezîzî hatiye birîn xera kir û ji bo jinûvedarizandinê jî dosyeya Ezîzî ji Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Rihayê re şand.    MA / Emrûllah Acar