Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin 2022-06-17 10:36:40   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku pêşnûmepirsa wî ya derbarê mehmeleya xerab de hat redkirin, diyar kir ku ji bo îşkence neyê lêkolînkirin li hincetên qanûnî tê gerîn.    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê îşkence û mehmeleya xerab ku li Wanê li endamên Weqfa Fûrkanê hatibû kirin, bi pêşnûmepirsekê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirs kiribû. Pêşnûmepirsa Gergerlîoglû ji aliyê Serokatiya Meclisê ve nehat qebûlkirin û lê hat vegerandin. Di hinceta lêvegerandinê de Serokê Meclisê Mûstafa Şentop xalên 96 û 97'an ên rêziknameyê nîşan da û angaşt kir ku di pirsan de "nêrînên takekesî" û "pirsên ku nayên kirin" heye.   'HINCETÊN QANÛNÎ'   Gergerlîoglû, derbarê lêvegerandina pêşnûmepirsa xwe de axivî û diyar kir ku her roj îşkence tê meşrûkirin û wiha got: Îşkence xweş tê dîtin. Serokê Meclisê jî vê dke. Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê îşkenceyê lêkolîn nake. Wezîrê Karên Hundir pirsan nabersvîne. Serokatiya Meclisê naxwaze îşkence bê lêkolînkirin. Me pirsa ku wê gel çawa xwe ji êrişên polisan biparêze kir. Gotine pirsên me bi armanca şewrê ne. Em bi kesê re şêwrê nakin, pirsan dikin. Redkirina pêşnûpirsa me rast nabînim. Ji bo ku îşkence neyê lêkolînkirin û meşrû bê dîtin hincetên qanûnî digerin."   MA / Berîvan Altan