Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn 2022-06-17 14:37:14 WAN - Polis Bahadir Tûran ku li Colemêrgê bi qûndaxa çeka lûle dirêj îşkence li zarokê bi navê Seyfûllah Tûran kiribû û ew giran birîndar kiribû ji nû ve hat darizandin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li lê hat birîn.  Li Colemêrgê, di sala 2009'an de Seyfûllah Tûran (14) dema ku li erdekî vala bi hevalên xwe re bi gokê dileyîst, polisê bi navê Bahadir Tûran bi qûdaxa çeka lûle dirêj lê dabû û ew giran birîndar kiribû. Ji ber vê êrişê bi sûcdariya "birîndarkirina biwesf" doz li polis Bahadir Tûran hatibû vekirin û 5 sal ceza li hatibû birîn. Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê vî cezayê li Bahadir Tûran hatibû birîn xera kiribû. Îro danişîna Bahadir Tûran ji nû ve li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Xarpêtê hat dîtin û biryar hat dayîn.    Polisê bersûc Tûran tev li danişinê nebû û parêzerên Seyfûllah Tûran Mûrat Tîmûr û Fahrî Tîmûr ji Wanê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir û diyar kir ku ji bo sûc delîl hene û ji ber vê yekê xwest ku polisê bersûc Tûran bê cezakirin. Parêzerê bersûc Tûran parastina muwekîlê xwe kir û angaşt kir ku çêrê polisê bersûc û malbata wî hatiye kirin û hewl hatiye dayîn ku çeka wî ji destê wî bê girtin. Her wiha parêzerê bersûc xwest ku daxwaza ji bo bersûc a bi sûcdariya "hewldana kuştinê" bê redkirin.    'GUMANA KU POLIS BIREVE HEYE'   Parêzerên Seyfûllah Tûran Mûrat Tîmûr jî got ku çalakiya polisê bersûc hewldana kuştinê ye û wiha axivî: "Bersûc dema bûyerê li zarokekî 12 salî dixe. Di danişîna beriya niha de jî me daxwaza girtina bersûc kiribû. Ji ber ku gumana bireve heye em daxwaz dikin ku biryara girtina wî bê derxistin."   6 SAL Û 3 MEH CEZA   Piştre heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û ji sûcê "birîndarkirina qestî" 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polisê bersûcê Tûran birî. Heyeta dadgehê, bi angaşta ku wê ceza bandor li pêşeroja polisê bersûc bike cezayê wî daxist 6 sal û 3 mehan. Her wiha dadgehê biryar da ku piştî cezayê wî biqede jî heta 4 salan nikaribe polisiyê bike da.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzerên mexdûr Tûran a ji bo girtina polisê bersûc jî red kir.