Denîz Poyraz hat bibîranîn 2022-06-17 14:50:17 ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di merasîma bîranînê de axivî û wiha got: “Bila Denîz serê xwe rake û li gel binêre bê ka gel çawa li wê xwedî derdikeve. Denîz ne Denîza min, Denîza gelê kurd e.”  Xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz di 17’ê hezîrana sala 2021’an de li avahiya partiyê ya Îzmîrê rastî êrişa çekdarî hat û hate qetilkirin. Poyraz, di yekemîn salvegera qetilkirinê de hate bibîranîn.    Di serî de ji bo Poyraz li avahiya partiyê ku lê hatibû qetilkirin merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li eywana bîranînê pankarta “Li ser sifreya ro yê di rêya Denîzan de” hatibû daliqandin. Li gel malbata Denîz Poyraz, her wiha Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek endamên partiyê di merasîmê de amade bûn.    ÊRIŞA DEWLETÊ   Bîranîn, bi sînevîzyoneke bi navê Poyraz dest pê kir. Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir ku armanca komkujiyê, tunekirina siyaseta demokratîk û vîna gel bû. Bi domdarî Kemalbay bal kişand ser roja komkujiyê û wiha got: “Derdora partiya me her tim ji hêla polîsan ve tê dorpêçkirin. Li ber deriyê wê konek heye û her tim vê derê dişopînin. Li gorî me ev êriş, êrişeke dewletê ye. Bi vê êrişê xwestin hêviya gel anku HDP’ê tesfiye bikin. Lê ev eywan heta ber devî tije ye. Em natirsin û dê bi hêza ku em ji Denîz digirin vê têkoşîna xwe bidomînin. Partiya me terorîze dikin, bo çete û mafyayan dikin hedef û dixwazin bigirin. Lê gelê me li Amedê partiya wan girt.”    Piştî axaftina Kemalbay, saet di 10.50’an de anku saeta Denîz Poyraz hatiye qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Beşdar, piştre jî derbasî çûn serdana gora Poyraz a li Kaynaklar a Bucayê.     DENÎZA KURDAN    Li vir jî ji bo Poyraz deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan axivî û soz da ku dê hêzên tiliya wan di komkujiyê de heye derxînin holê hesabê jê bipirsin. Piştre jî dayika Poyraz, Fehîme Poyraz axivî û ev tişt anî ziman: “Bila Denîz serê xwe rake û li gel binêre bê ka çawa li wê xwedî derdikevin. Ez li hemberî we tevan bejna xwe ditewînim. Denîz ne Denîza min lê Denîza hemû kurdan e. Ji ber ku Denîzê xwe fedayî têkoşîna gelê kurd kir.”    DAXWAZA EDALETÊ    Piştre jî ji dayikên aştiyê Behiye Yalçin axivî. Yalçin, got ku weke dayikan dixwazin ne li ser gorên zarokên xwe lê ji bo aştî û azadiyê bên cem hev û daxwaza edaletê ji bo Poyraz kir. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî di bîranînê de wiha got: “Ev saleke em ne li ba hev in Denîz. Lê belê di hemû kontre, mitîng û xebatên me de tu her tim li gel me bû. Ji bo ku em soza xwe ya aştiyê ku me dabû te pêk bînin û hesabê bipirsin, têkoşîna xwe mezintir dikin.”   DÊ MALBATA WÊ MEWLÎDÊ BIDE   Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz Poyraz. Piştre jî beşdar ji bo ku tev li mewlîda malbata Poyraz bibin, derbasî Eywana Dawetan a Mumcu bûn.