Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê 2022-06-17 15:19:55 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di serdana KESK’ê de axivî û got: “Em dikarin siberojê bi hev re ava bikin. Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re serdana Konfedarasyona Sendîkayên Kedakarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî wê kirin. Hevdîtin li navenda Giştî ya Egîtîm Senê pêk hat. Di hevdîtinê de li ser Kongreya Mezin a HDP’ê ya 5’emîn hat axivîn û fikrên xwe ji hev re gotin. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê û şaxên wê pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin.    ‘KED TÊ TALANKIRIN’    Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û destnîşan kir ku ew amadekariyên kongreya xwe mezin dikin û wiha got: “Ev kongre kongreyek asayî ye lê belê em di şertên rewşa awarte yên Tirkiyeyê de kongreya xwe li dar dixin. Tirkiye di heyamek girîng de derbas dibe. Em di vê mijarê de hemfikir in. Îktidar li Tirkiyeyê tam polîtîkayek talanê dike. Keda mirovan tê talankirin. Her qadê talan dike, edalet, azadî, demokraî û hiqûqê xistiye bin piyan. Tevî vê talana mezin û êrişên dijwar ên li ser partiya me jî, em têkoşîna xwe didomînin.”    DESTPÊKEK NÛ    Sancar destnîşan kir ku ew di heyamek dîrokî de hatine ba hev û û wiha behsa girîngiya siberojê kir: “Em dikarin bi yekîtiyê hêza xwe nîşan bidin. Di van rojan de em dikarin bi yekitiyek berifreh û têkoşînek hevpar a xurt derbas bikin. Em dikarin vê hilweşandinê rawestînin. Em dikarin siberojê bi hev re ava bikin. Sekinandin talanê û hilweşandinê tenê têr nake, pêwîste ji bo destpêkek nû ya xurt îradeyek jî derkeve holê. Em dikarin vê destpêka nû bi hevgirtina kedkaran, mazlûman, bindestan, yên tên cihêkirin bidin destpêkirin. Em dikarin bi şêwrê yekitiyê ava bikin. Divê em bi biryar bin ku siberojê bi hev re ava bikin.”    Piştre Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axivî û destnîşan kir ku ew ê di her warî û qadê de têkoşîna xwe bidomînin.