Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin 2022-06-17 16:11:13 AMED - Rojnamevanan ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî daxuyanî dan û xwestin tavilê bên berdan û ji bo hevpîşeyên wan bigihîjin azadiya xwe dê têbikoşin.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) ji bo balê bikişînin ser girtina 16 rojnamevanên li Amedê, li ber buroya JINNEWS’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek rojnamevan û Parlamentera HDP’ê ya Amedê, rêveberên HDP’a Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û wêneyên 16 rojnamevanan hatin hildan.    'DIVÊ TORA PIŞTEVANIYÊ BÊ AVAKIRIN’    Di daxuyaniyê de ewilî rojnamevan Fuat Yaşar axivî û wiha got: “16 hevalên me yên hatin girtin, niha rojnamevanên li vir nûçe dişopînin çi dikin, wan jî heman tiştî dikir. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê her rojnamevaniyê bikin. Em banga piştevaniyê li hemû beşên civakê û rêxistinên rojnamevanan dikin. Divê hemû alî xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo ku rojnamevan dikaribin pîşeya xwe bidomînin pêwîste tora piştevaniya rojnamevanan were avakirin.”    Rojnamevan Kejo Ekîncî jî xwest rojnamevanên hatine girtin demildest bên berdan û ew ê li ber zextan têbikoşin û ew ê li ser rêça Apê Mûsayan rojnamevaniyê bikin.    ‘EM Ê PÊNÛSA WE LI ERDÊ NEHÊLIN’    Edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî bi bîr xist ku zextên li ser çapemeniyê ne nû ne û lê belê herî zede zext di serdema îktidara AKP’ê de pêk hatine û wiha got: “Niha 16 hevalên me bi awayek nehiqûqî li girtîgehê tên ragirtin. Hevalên ji çi tên tawanbarkirin, em jî wê tawanbariyê dikin. Em ê di şûna wan de nûçe û bernameyan çêbikin. Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin. Barê hevalên me li ser milê me ye. Heta hevalên me bên berdan em ê têbikoşin.”    'DUH BOMBE KIRIN ÎRO DORPÊÇ DIKIN’    Nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren jî diyar kir ku 30 sal in çapemeniya azad dibe deng û rengê xelkê û wiha axivî: “Di van 30 salan de her tim êrişên îktidaran li ser çapemeniya azad hebûn. Duh avahiyên me dihatin bombebarankirin, îro jî avahiyên me tên dorpêçkirin. Duh em li naverasta kuçeyan dihatin qetilkirin, îro me diavêjin zindanan. Tiştek nehatiye guhertin. Îktidar hatin û çûn lê kevneşopiya çapemeniya azad berdewam kir. Em ê tu carî dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Ev agirê çapemeniya azad xêrnexwaza dişewitîne. Em dîsa dibêjin wê ev agir we jî bişewitîne.”    ‘GELO ÇIMA PIRSÊN ME WE ACIZ DIKIN?’    Edîtorê MA’yê Bîlal Guldem jî bi şandina silavên bo rojnamevanên girtî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em destpêkê de dibêjin divê gavek beriya gavekê hevalên me bigihîjin azadiya xwe. Em li vir carek din dipirsin gelo di destê hevalên me de ji bilî pênûs, kamera û wênegirê çi hebû? Hevalên me çi ji we kirine? Em şahidiya rojnamevaniya wan dikin. Wan denge rastiyê û heqîqetê radigihand. Wan tene nûçe û bernameyan çêdikirin û ji ber vê hatin girtin. Em ê li ser şopa Apê Mûsayan, Cengîz Altûnan vê kevneşopiyê bidomînin. Lê me dibêjin bila qet dilê hevalên me li pey nemîne, em ê karê we jî bikin. Em dipirsin gelo çima pirsÊn me we aciz dikin? Gelo em mecbûr in li gorî dilê we pirsan bikin? Naxêr. Em ê her tim pirsên ku heqîqetê derdixin holê bikin.”    'RASTIYAN VEDIŞÊRIN’    Rojnamevan Selman Çîçek jî anî ziman ku rojnamevanên ku divê nûçeyan bişopandina lê di girtîgehê de ne û got: “Heke hevalên me nebûna wê cînayetên Kemal Kûrkût, Tahîr Elçî, Îpek Er nehatina bihîstin. Çimkî rastiyê vedişêrin. Lê em dibêjin kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”    HETA AZADIYÊ TÊKOŞÎN    Herî dawî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu axivî û got ew carek din dibêjin ku rojnamevanî ne sûc e û wê her vê yekê bibêjin û heta hevalên wan girtî bên berdan û azad bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.