Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan 2022-06-17 16:31:14   STENBOL - Li navçeyên Stenbolê 9 kesên ku di Meşa Gemlîkê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li edliyeyê hatin berdan.    Li Stenbolê di 16’ê hezîranê de polîsan bi awayekî hemdemî avêt ser gelek malan. Di serdagirtan malan de ji xebatkarên Kovara Modernîteya Demokratîk Saliha Aras, hin rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 9 kes hatibûn binçavkirin.    9 kesên ku di 12’ê hezîranê de tev li Meşa Gemlîkê ya baskê Kadikoyê bûbûn, bi hincetên “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê ya bi hejmara 2911'an", “propagandaya rêxistinê”, “pesindayîna sûcdar" hatibûn binçavkirin. Piştî ku karûbarên wan li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê qediya, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Hevberdevka Rêxistinkirinê ya HDP’a Stenbolê Besra Îşsever, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Uskudarê Aysel Ozbey û Enes Ozdaş bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin, 6 kesên din jî hatin berdan.    Her wiha 3 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin jî piştî îfade dan dadger hatin berdan.