Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin? 2022-06-18 09:01:32 ŞIRNEX - Bedriye Înedî, dayika Celal Înedî yê di Girtîgeha Afyon a Tîpa T'yê de anî ziman ku xwîn ji devê kurê wê tê û got: "Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?"  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li gor rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) jî di sala 2022'yan de îsal herî kêm 17 girtî jiyana xwe ji dest dane.    Girtiyê nexweş Celal Înedî yê 25 salî ku di Girtîgeha Afyon a Tîpa T'yê de ye nayê dermankirin. Înedî bi telefonê bi dêya xwe Bedriye Înedî (55) ya li Cizîr a Şirnexê re axiviye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye.   Dayik Înedî di sala 2017'an de gava kurê wê li eskeriyê bûye polîsan avêtiye ser mala wan û der barê kurê wê de doz vekirine. Înedî got: "Polîsan got, 'gava eskeriya wî qediya bila were midûriyeta polîsan, dadgeha wî heye.' Piştî 3 mehan kurê min eskeriya xwe qedand. Gava ji bo were malê çû Stenbolê li balafirgehê hat binçavkirin. Piştî 3 rojan hat berdan. Paşê dadgeh dest pê kir û rojekê em pê hesiyan ku 12 sal ceza lê hatiye birîn. Rojekê bi şev avêtin ser malê û ew birin."    ‘XWÎN JI DEVA TÊ'   Dayik Înedî bilêv kir ku gava kurê wê hatiye girtin ewilî ew xistine Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê û li vir 3 salan maye û got: "Gava hat girtin saxlem bû. Tu nexweşînek wî tune bû. Gava di Girtîgeha Şirnexê de bû kevir di gurçikên wî de çêbûn. Wî birin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku xwestun bi awayê kelemçekirî wî muayene bikin, qebûl nekir. Heya demek dirêj wisa dewam kir. Paşê ew sirgûnî Girtîgeha Afyonê kirin. Li vir nexweşînên wî zêdetir bûn. Di telefonê de got, tendurista wî qte nebaş e. Got mîdeya wî enrihet e û gava dikuxwe xwîn ji devê wî tê. Got, li Afyonê nayên dermankirin. Got, wan nabin nexweşxaneyê û dermanên wan jî nadin wan."    Înedî anî ziman ku zilma li ser girtiyan zêde bûye û wiha axivî: "Em dixwazin ev tahde bi dawî bibe. Ma dê hê çend cenazeyên din ji girtîgehan derkevin. Êdî bila bes cenaze derkevin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de perîşan bibin. Dîl hatine girtin, qet nebe bil zilamê li wan nekin. Ev zê tahdeyê qebûl nakin."    Dayik Înedî anî ziman ku herî dawî gava kurê wê di Girtîgeha Şirnexê de bûye ew dîtiye û wiha berdewam kir: "Ji roja ew birine Afyonê min ew nedîtiye. Sirf ji bo em zarokên xwe nebînin wan bi zanebûnî dişînin cihê dûr. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxifin. Tew bi ser de jî cezayê qedexekirina hevdîtinê dibirin."    BANGAWAZÎ   Dayik Înedî bang li raya giştî kir ku li dijî van binpêkirinên mafan rabin û got: "Em mil bidin milê hev du û li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin."