Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda 2022-06-18 09:04:28 AMED - Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku tevî 15 hevalên xwe yên rojnamevan hat girtin, 22 sal in tevî hemû zext û zoriyan jî tawiz ji kar û barên xwe yên rojnamevaniyê nedaye û paş de gav neavêtiye.    Li Amedê di 8'ê Hezîranê de di avêtina ser malan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Rojnamevan bi hinceta karûbarên rojnamevaniyê, naveroka nûçeyan, zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê hatibûn girtin. Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan e.  POLÎSÊ HATIBÛ DESTESERKIRIN RAGIHANDIBÛ CÎHANÊ   Altan, di salên 2000'î de di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi rojnamevaniyê kir. Dema dest bi karê rojnamevaniyê kir gelek caran esker û polîsan gef lê xwarin. Altan piştî rojnameyê karê xwe li Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê domand ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de hatibû avakirin û di sala 2016'an de bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hatibû girtin. Altan di sala 2005'an de bû Şefê Îstixbaratê yê DÎHA'yê yê Amedê û di vê demê de îmzeya xwe danî binê gelek nûçeyên girîng. Altan ji ber nûçeyeke xwe ya sala 2005'an ya derbarê şewitandina daristanên li Çewligê de hat darizandin.    Di heman salê de li Hewlêrê Nûnertiya DÎHA'yê hat avakirin û Altan bû nûnerê wê yê Hewlêrê. Altan gava li wir karê xwe didomand rewşa polîs Hakan Açil ê ku di sala 2006'an de di dema kontrolkirina rê de ji aliyê HPG'iyan ve hatibû desteserkirin û piştî 110 rojan radestî malbatê hatibû kirin, ji cîhanê re ragihand.    DARAZ   Altan di sala 2007'an de bû Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê. Di sala 2008'an de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bû. Di sala 2009'an de jî demekê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wekî koordînatorê çapemeniyê xebitî. Di sala 2013'yan de daxilî nava Desteya Rêvebir a Cemiyeta Rojnamevanên Azad bû. Di sala 2015'an de bû Gerînendeyê Weşana Giştî yê VAN TV'yê. VAN TV jî di sala 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Paşê cardin bi "propagandaya rêxistinê" derbarê Altan de doz hat vekirin, lê ev doz jî bi beraetê bi dawî bû.    DEST JI PIŞTEVANIYÊ BERNEDA   Altan piştî vê bû koordînatorê "Platforma 1 Haber Var" ku di sala 2016'an de hat avakirin. Di 2018'an de ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" salek û 6 meh ceza lê hat birîn. Altan herî dawî bû Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG). Di vê pêvajoyê de li Mûş, Erzirom, Amed, Enqere, Stenbol, Êlihê û gelek bajarên din tevli danişînên rojnamevanan bû. Her wiha Altan li ku neheqiyek li hember rojnamevanan çêbûbûna yek ji wan kesan bû ku ewilî bertek nîşan dida.    Altan herî dawî ji bo Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di 3'yê Hezîranê de hatibû binçavkirin bertek nîşan dabû û gotibû: "Li ber van bêhiqûqîtiyan bertekek cidî divê. Ger bertek neyê nîşandan dê pêkanînên bi vî rengî zêde bibin û civak bê nefes bimîne. Rabûna li ber vê berteka her rojnamevanî ye."    ‘BÊNAVBER ROJNAMEVANÎ KIR'   Rojnamevan Adnan Bîlen ku bi salan ew û Altan bi hev re xebitîne, diyar kir ku Altan bênavber rojnamevanî kiriye. Bîlen got: "Hevalê me yê Serdar nêzî 22 sal in hema bibêje di hemû warên çapemeniay azad de cih girtiye û bênavber xebitiye."    Bîlen bi lêv kir ku Altan di rojnamevaniya xwe de îmze daniye binî gelek nûçeyên girîng û bi taybetî di salên 2000'î de li deverên wekî Çewligê û Şirnexê di şert û mercên dijwar de rastî ragihandin gel.    ÎMZE DANÎ BINÎ GELEK NÛÇEYÊN GIRÎNG    Bîlen ragihand ku Altan di sala 2005'an de hemû hûrguliyên hilbijartina Iraqê ragihandine û bi vê re zor ûz zehmtiyên şêniyên Kerkûk, Zaxo û Mexmûrê jî kirine rojev. Bîlen diyar kir ku yek ji wan rojnamevanên ku komkujiya li gundê Beşagaçê ya bi destê JÎTEM'ê bi belgeyan ragihandine yek jî Altan e.    Bîlen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serdar tenê qîma xwe bi vê hêla rojnamevaniyê jî neanî. Demekê bi navê Nan û Dan gund bi gund geriya û ji bo metbaxa kurdna ragihîne cîhanê xebitî. Helbet nûçeyên wî, rastiyên ku eşkere kirine wekî gefxwarin, lêpirsîn, doz û girtin lê vegeriyan. Serdar jî wekî hemû xebatkarên çapemeniya azad tu carî paş de gav neavêt li ber van zext û çewisandinan. Altan bi têkoşîna xwe hê jî dibe mînak."    ‘NIHA DORA ME YE'   Bîlen destnîşan kir ku Altan tu carî hevpîşeyên xwe jî bi tenê nehiştiye û got: "Prara gava em ji ber doza helîkopterê hatin girtin wekî komele bi her awayî dozê şopand. Tim li cem me, malbata me û hevalên me bû. Niha jî dora me ye. Divê em bi performansa xwe û bi her awayî ragihandina heqîqetê morlaê hevalên xwe xurt bikin. Ev di heman demê de deynekî me ye ji bo hevalên me yên dîl hatine girtin û gelê me."