Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe 2022-06-18 10:07:48   STENBOL - Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din, 775 parêzeran serlêdana hevdîtinê kiribû. Parêzer Eda Onal serlêdana parêzeran nirxand û wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di Îmraliyê re derbas dibe.”   Ji bo ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar bê rakirin, bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi giştî 775 parêzeran serlêdan kirin. Nûnerên saziyan û serokên baroyan jî di nav de bi giştî 775 parêzerên ji 29 baroyan di navbera 10-17’ê hezîranê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzeran di 10’ê hezîranê de serlêdan kiribûn lê hêjta bersivek nehatiye dayîn.    Endama OHD’ê parêzer Eda Onal têkildarî mijarê axivî û got ku divê mafên azadî û ewlehiyê yên Ocalan û hevalên wî neyên binpêkirin.      AGAHÎNEGIRTIN FIKARAN ÇÊDIKE    Eda Onal da zanîn ku Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin û wiha got: “Ji 7’ê tebaxa sala 2019’an heta niha tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Hemû rêyên pêwendîdanînê hatine astengkirin. Ev 15 meh in bi tevahî hatine îzolekirin û di hêla fîzîkî de têkiliya wan ji derve hatiye qutkirin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Ev rewşa agahînegirtinê hem li dijî mewzûata navxweyî û hem jî ya navneteweyî ye. Em jî li dijî vê rewşê ketin nava liv û tevgerê. Heke bersivekî nedin serlêdana me, em ê di hiqûqa navxweyî de serî li rêyên cuda bidin û serî li mekanîzmayên navneteweyî bidin.”    ‘BILA HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Onal, anî ziman ku Wezareta Edaletê dijhiqûqî nêzî Îmraliyê dibe û wiha domand: “Me gelek caran li dijî vê rewşê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), Parlamentoya Ewropayê (PE) û saziyên cuda dan. Û ev serlêdanên me hîn didomin. Em dîsa bang dikin ku bila qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re rakin. Divê di zûtirin demê de birêz Ocalan û girtiyên din bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”    ‘OCALAN KIRDEYA AŞTIYÊ YE’    Bi domdarî Onal destnîşan kir ku kirdeya pirsgirêka kurd Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiya civakî ya li Tirkiyeyê, azadiya Ocalan şertekî bingehîn e. Lewma banga me ji bo cihên pêwendîdar ew e ku ji bo hevdîtinên bi Ocalan re di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku sepanên li dijî birêz Ocalan, derqanûnî ne. Rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê û ya li Îmraliyê cuda ne. Em ji bo pergala tecrîdkirinê ya li îmraliyê dibêjin rejîma ‘îstîsna.’ Em dixwazin ku rejîma înfazê ya li girtîgehên din, li Îmraliyê ji bo birêz Ocalan û girtiyên din jî bikeve meriyetê. Lê heta niha Tirkiye tu carî li gorî vê tevnegeriya. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta niha birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Heta salên 2019’ê digotin xerabûna keştiyê, rewşa hewa û cezayên disiplînê weke hincet nîşan didan. Ku ev jî li dijî mewzûata hundirîn û navneteweyî ye. Tenê di sala 2019’an de bi saya berxwedana greva birçîbûnê bi parêzeran re hevdîtin hate kirin. Lê ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha tu hevdîtin çênebûne.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD KÛRTIR DIBE’    Di berdewamê de Onal destnîşan kir ku gelek mafên Ocalan tên binpêkirin û wiha pê de çû: “Di rewşa heyî de jî tecrîda girankirî heye. Mafên wî yên weke qedexeya îşkenceyê, mafê darizandina adilane, rêzgirtina li hemberî jiyana malbatî û taybet û mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin. Em baş dizanin ku tecrîda di sala 1999’an de li Îmraliyê hatiye desptêkirin niha li seranserî civakê belav bûye. Divê bê zanîn ku tecrîd û nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd girêdayî hev in. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbaza demokratîk, ji Girtîgeha Îmraliyê derbas dibe.”    BANDORA PERGALA TECRÎDÊ YA LI SER CIVAKÊ    Onal, got ku bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re maf û azadiyên li Tirkiyeyê jî ji holê radibin û ev tişt anî ziman: “Êdî stran û xwepêşandanên kurdî jî tên qedexekirin. Meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê qedexe kirin. Ev qedexe li dijî hiqûq û mewzûata hundirûn û navdewletî ye. Civîn û xwepêşandan mafê her kesekî ye lê polîs êriş dikin. Ev yek nîşanî me dide ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li seranserî civakê dike. Serlêdanên me yên ji bo Ocalan û girtiyên din nayên bersivandin. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û CPT’yê rewşa agahînegirtina giran tespîta ‘incommunicado’ kiribûn. Heke ev rêbaz bi înîsiyatîfa rêveberiya girtîgehê re bê hiştin, dê rê li ber her binpêkirinekê veke.”    LI DIJÎ QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ YE    Parêzer Eda Onal axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîda li Îmraliyê êdî li girtîgehên din jî belav bûye. Cezayê muebbeta giran li gorî xalên 25 û 197 ên qanûna bi hejmar 5275 hatiye destnîşankirin. Li gorî vê qanûnê, cezayê hefsê di heta mirinê bidome û bi tu awayî navber nayê dayîn. Lê belê DMME’yê di biryara xwe ya hejmar 2 a ji bo Ocalan ku di 18’ê adara 2014’an de dabû got ku ev qanûn li dijî qedexeya îşkenceyê ye û divê li gorî hiqûqê bê sererastkirin. Piştî ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyayî, serî li komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hatiye dayîn û konseyê tespît kir ku Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriyaye. Ji bo avêtina gavên pêwîst, hea îlona 2022’yan dem da Tirkiyeyê. Ji bo ku bi vê biryarê bikin, divê şert û mercên tecrîdê bên rakirin û sepanên li dijî birêz Ocalan bi dawî bibin.    Dema hevdîtin bi birêz Ocalan re dihatin kirin, hêviyek bo gelên Tirkiyeyê çêbû. Lê dema deriyên Îmraliyê tên girtin jî pirsgirêk û karesat hene. Birêz Ocalan di nava van 23 salên tecrîdê de her tim qala aştî, guftûgo û çareseriyê kir. Ez li dijî siyaeta tecrîdê, mafê aştî û hêviyê bi bîr dixim û bang li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û saziyên navdewletî dikim ku ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan û hevalên wî re astengiyan rakin. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li mafên azadî û ewlehiyê yên birêz Ocalan derkevin.”     MA / Esra Solîn Dal