Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin 2022-06-18 10:35:43 ENQERE - Mehmet Salîh Fîlîz ê ku şahidiya tacîz û tecawiza li Girtîgeha Pozantiyê qewimî kiribû, diyar kir ku tola Pozantiyê jê hildidin lewma zilmê lê dikin û her çiqas ew nexweş e jî tedawiya wî tê astengkirin.        Li Girtîgehên Tîpên S’yê li pey binpêkirinên mafan diqewimin. Ev tîpa S jî dişibe tîpa F’yê û di serdema AKP’ê de ketine meriyete. Mehmet Salîh Fîlîz ji 7’ê nîsanê ve sewqî Girtîgeha Bodruma Muglayê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û di hucreya yek kesî de tê têcrîdkirin. Fîlîz şahide sosretiya tecawiz û tacîza di sala 2012’yan de li Girtîgeha Pozantiya Edeneyê ya Zarok û Ciwanan a Tîpa M’yê qewimîbûn kiribû.    Fîlîz niha nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye û bi nameya ku wî ji ajansa me re şand behsa binpêkirinên mafan kup ê re rûbirû dimîne kir.    JI BER RADYO KIRÎ CEZAYÊ HUCREYÊ DANÊ    Fîlîz ê berê li Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê girtî bû bi hêceta ji kantînê radyo kiriye 11 roj cezayê hucreyê lê hat birîn û di encama nirxandina cezayê dîsiplînê de wî sewqî Bodrûmê kirin.    BÊYÎ MUAYENEKIRINÊ RAPOR DAN   Fîlîz ê ku sewqî Bodrumê hat kirin li ber deriyê girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve bi lêgerîna tazî re rûbirû dimîne. Gardiyan li Fîlîz didin û wî dixin hucreya yek kesî. Fîlîz piştî 3 saetan di hucreyê de ji ber xwînrêjiya giran a rovî ji ser hişê xwe çû û bi qasî 2 saetan li benda ambulansê ma û rakirin nexweşxaneyê. Fîlîz li nexweşxaneyê bi gotina "Em nikarin ji bo vî nexweşî tiştekî bikin" wî paş ve birin hefsê.  Bijîşka ku ji bo kontrolê her dem dihat girtîgehê, di 11'ê Nîsana 2022'an de raporek nivîsand û got ku Fîlîz ji ber xwînrijiyê "wê nikaribe bi tenê li hefsê bimîne.” Piştî raporê Fîlîz birin cem girtiyek ku wê lê binêre. Lê heman doktor piştî hefteyekê bêyî muayenekirina Fîlîz rapora duyemîn amade kir û rapora “Dikare di hucreya yek kesî de bimîne” da.   Fîlîz destnîşan kir ku li Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S’yê ji ber rêziknameyê hemû girtiyên tînin wir ji roja tên heta 60 rojan di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.    ‘KAMERA HUNDIRÊ DAŞIRÊ JÎ NÎŞAN DIDIN’    Fîlîz derbarê rewşa qawîşên Girtîgeha Tîpa S de agahî da û wiha got: “Mafê me tine ku em li kêleka hev bin û çalakiyan bikin ku ev mafê me yê herî bingehîn e. Ev cîh ji hêla teknolojîk ve bi ewlehiya bilind ve hatiye çêkirin. Di hundirê odeya me de kamerayên ku hundirê tuwaletê nîşan didin hene. Li şûna têlên girtîgehê ku em dizanin, têlên elektronîk hene. Hucre û baxçeyên me her yek 5 gav in. Tu ferqa Tîpa S’yê ji Tîpa F’yê nehiştine. Di ketin û derketina qawîşan de ferzkirina pêlava xwe li erdê nexwe anîne.”    JI BER KU NEXWESTIYE BIÇE NEXWEŞXANEYÊ CEZA LÊ BIRÎNE   Fîlîz diyar kir ku di 15'ê nîsanê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrumê hatiye kirin û sepana "lêgerîna nava dev” bi darê zorê lê hatiye ferzkirin, ji ber wê jî tevî nexwestiye wî biçe wê nexweşxaneyê jî lê bi darê zorê wî careke din birine nexweşxaneyê. Fîlîz di nameya xwe ya di 28'ê nîsanê de ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re nivîsand de diyar kir ku di 29'ê nîsanê de ji ber ku nexwest biçe nexweşxaneyê mehekê çalakiyên sporê li wî hatiye qedexekirin. Fîlîz derbarê mijarê de serî li Dadgeha Înfazê da lê bi hêceta "Zirar daye û îtîbara personelên saziyê xera kiriye" hat redkirin. Fîlîz diyar kir ku ew ê cezayê dîsiplînê yê ku jê re hatiye dayîn, bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.   ‘REWŞA MIN NEBAŞ E’   Fîlîz ê ku divê tedawiya xwe li beşa romatolojî û gastroenterolojiyê ya nexweşxaneyan bidomîne, diyar kir ku ji ber ku ev beş li nexweşxaneya Bodrumê tune ye, neçar ma biçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Muglayê ya ku bi kîlometreyan dûr e. Fîlîz ê ku di 25’ê cotmeha 2021’an de ji rûviyên wî biyopsî kiribû, destnîşan kir ku ji vê dîrokê heta 7ê nîsanê ew nebirine kontrola doktor. Fîlîz di nameye de wiha behsa vê yekê kir: "Îro tu yê biçûna kontrola doktor lê midûrê girtîgehê betal kiriye. Hêceta vê yekê jî ew e ku cezayên dîsiplînê li min birîne. Ji aliyê tenduristiyê ve ji bo min gelekî zehmet e ku rêyeke wiha dirêj biçim û werim. Ji roja ku ez anîme vir û şûnve bi rastî jî qet ne baş im.”   Fîlîz di 18'ê adara 2016'an de hat girtin. Fîlîz wê çaxê dema hatibû girtin daxuyanî dabû û ji bo hêceta girtina xwe vê şîroveyê kiribû: "Tola Pozantiyê ji min hildidin."    MA / Firat Can Arslan