Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin 2022-06-18 11:03:29   AMED - Yek ji 16 rojnamegerên hatine girtin Hevserokê DFG’ê Serdar Altan nameyek şand. Altan bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Divê em dengê bilind bûyî hîn xurttir bikin û bi azweriyeke mezintir bixebitin. Ji ber ku piştevanî mezintir dike.”    Di 8’ê hezîranê çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan derxistin edliyeyê û 16 rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Yek ji rojnamegerên hatiye girtin jî Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bû. Altan, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Di nameya xwe de Altan girtina rojnamegeran weke mîzansenekî pênase kir û wiha got: “Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir de û derhênerê wê jî raste rast dozger bû.”    Di berdewamiya nameya xwe de Altan ev tişt anîn ziman:    “Em bi awayekî derqanûnî demekî dirêj binçavkirî man. Piştî lêpirsîna dozger û dadger ku raste rast mîzansenek bû jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Hêjayî bibîrxistinê ye; roja ku em hatin binçavkirin, salvegera qetilkirina rojnamegerê kurd Hafiz Akdemîr bû ku di sala 1992’yan de ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Zîhniyeta ku duh hevalê me li naverasta kolanê qetil kir, îro hewl dide bi girtinê me bêdeng bike.    EM ROJNAMEGERIN    Di esasê xwe de tevahiya raya giştî û desthilatdariya ku em xistin nava çar dîwaran jî paş pê dizane ku em rojnamegerin û ji ber ku me mafê agahîgirtinê yê gel diparast û heqîqet dinivîsand lewma hatin girtin. Heke em mijarê bi vî rengî bigirin dest, wê demê dê baştir bibînin bê ka welêt di rewşeke çawa de ye. Mafê fikr û azadiyê di tu serdeman bi qasî niha nehatiye binpêkirin. Niha zêdetirî 60 rojnameger girtî ne û di dema rastiyeke wiha de 16 rojnamegerên din jî li wê hejmarê zêde kirin. Ev yek rewş nîşan dide bê ka ew pirsgirêka em qala wê dikin çiqas mezin e.    PEVBESTÎNERÊ MÎZANSENÊ DESTHILATDARÎ YE    Dema me dest bi nameya xwe kir me got ku girtina me mîzanseneke. Pevbestînerê vê mîzansenê xwediyên desthilatdariyê, senarîstê wê hêzên ewlekariyê yên di bin fermana Wezareta Karên Hundir û derhênerê wê jî raste rast dozger bû. Mixabin dadgerê lêpirsînê nekarî ji fîgûrantiyê derkeve. Pir aşkera ye ku dixwazin me bêdeng bikin û ji qadê qut bikin. Lewma yên ku di vê dosyayê tên darizandin ne em lê rojnamegerî ye.    EM Ê DEV JI NIVÎSANDINÊ BERNEDIN    Tevî van qewimînan jî hem em û hem jî hemû hempîşeyên me yên birûmet ên ku meşa xwe ya ber bi heqîqetê ve didomînin dê dev ji nivîsandin, xêzkirin, vegotin û nîşandana rastiyê bernedin. Yên ku dibêjin bi girtinê dê me bêdeng bikin, xwe dixapînin.    Bi vê wesîleyê em dîsa spasiya hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên çapemeniyên yên neteweyî û navneteweyî, saziyên civaka sivîl û gelê xwe yên ku di nava van 10 rojan de em tenê nehiştin û banga ‘em ê bêdeng nemînin’ dikin. Her wiha em gelek spasiya parêzerên xwe dikin ku hem di dema binçavkirinê de û hem jî di dema lêpirsînê de yek kêliyê jî em bi tenê nehiştin.    Ji bo ku em vî dengê bilind bûyî hîn xurttir bikikn, divê em bi azweriyeke mezintir bixebitin. Ji ber ku piştevanî mezin dike. Ez dîsa hemû kesî silav dikim.”    ÇI BÛBÛ?    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û piştre sewqî Dadgeha Cezayên Silhê ya Nobedar a Amedê hatibûn kirin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş,  Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kongrola edlî hatin berdan.    Yên ku dixwazin ji rojnameger Altan re nameyan bişînin dikarin bo vê navnîşanê bişînin: Diyarbakır D Tipi Kapalı Cezaevi / 1'nci bölüm 4'üncü kısım 123 Oda Yenişehir/Diyarbakır.