Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî 2022-06-18 11:40:36 ENQERE - Rojnamevanan bertek nîşanî girtina hevpîşeyên xwe yên kurd dan û gotin: “Em ê bêtirs û bêdeng nebin û her rastiyan bejin û binivisînin û pîşeya wan birûmet bidomînin.”    Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnamevanên kurd hatin girtin. Rojnamevan ji ber bernameyên amade dikirin, pirsên ku kirine û hevdîtinên wan ên li gel çavkaniyên nûçeyan kirine hêceta sûc û girtinê. Nerazîbûna li dijî girtina rojnamevanên kurd berdewam dike. Rojnamevanên li Enqereyê dixebitin jî nerazîbûn nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe dan.    ‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’    Koordînatora Koalîsyona Di Rojnamegeriyê De Jin (CFWIJ) Ceren Îskît ku binpêkirinên li ser rojnamevanên jin dike rapor da zanîn ku demek dirêje li Tirkiyeyê zext li ser rojnamevanên jin hene û serdegirtina JINNEWS’ê û binçavkirina rojnamevanên jin ne nû ye û wan şeva 16’ê hezîranê carek din şahidiya dîrokek tarî kirine. Îskît got ew zextên li ser rojnamevanan ji nêz ve dişopînin û niha ew 49 dozên rojnamevanên jin dişopînin. Îskît anî ziman tê xwestin çapemeniya azad bêdeng bibe û xwest 16 hevpîşeyên wan demildest bên berdan.    'EM LI PEY HEVALÊN XWE NE’    Nûçegihana Rojnameya Evrenselê ya Enqereyê Kubra Kirim jî da zanîn ku ji berê ve heta niha yek ji pîşeya ku herî bedela giran dide rojnamevanî ye û ew ê binçavkirin û girtinên nehiqûqî qebûl nekin û ew li pey şopa hevalên xwe ne û dê piştevaniya hevalên xwe girtî bikin. Kirim anî ziman ku îktidara AKP’ê carek din girtin û binçavkirina kurdan dest bi kampanya hilbijartinê dike û dixwazin di vê pêvajoyê de bi girtina rojnamevanan çavê gel bigirin. Kirim bertek nîşanî serdegirtina JINNEWS’ê da û got: “Wê bi van zextan nikaribin ji nivîsandina jinan re bibin asteng. Em li pey hevalên xwe ne û tu hevpîşeyên me ne bi tenê ye.”    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’    Nûçegihanê Sendika.Orgê yê Enqereyê Tankut Serttaş jî anî ziman ku girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin û got: “Mekanîzmayên şer û sansûrê di heman demê de tên birêvebirin. Heta em hevalên xwe girtî azad bikin wê têkoşîna berdewam bike.”    'EM Ê BIBIN DENGÊ ROJNAMEVANÊN HATIN GIRTIN’    Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Bîrgunê Mustafa Komuş jî destnîşan kir ku rojnamevanan ji bilî çêkirina nûçeyan tu tiştekî nekirine û wiha got: “Ev girtina 16 hevalên me nehiqûqî ye. Karê rojnamevan çêkirina nûçeyan e. Sedema herî mezin a girtinê muxalîfbûn û kurdbûna rojnamevanan e. Dixwazin her kesî bêdeng bikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin wê ew bi ser nekevin. Em ê bibin deng û rengê rojnemvanên hatin girtin.”