Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin 2022-06-18 11:48:07 RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya 899 hefte ne didome û got: “Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 467’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser têkoşîna edaletê ya domdirêj a Dayikên Şemiyê ku gihîşt hefteya 899’emîn û wiha got: “Tirkiye dewletek hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê de edalet mutleq e, em ê bi berxwedanê paşve bînin. Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”