Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da 2022-06-18 12:55:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir di êrişa Tirkiyeyê ya li Kelarê de li dijî wesayîtekê pêk aniye, Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî jiyana xwe dest daye.    Balafira bêmirov a bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê duh dane sibehê li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê li dijî wesayîtekê êriş pêk anîbû. Di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî bi giranî birîndar bûbû.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di êrişê de Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şîblî jî jiyana xwe ji dest daye.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Duh li parêzgeha Silêmaniyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li wesayîta Cîgirê Hevserokatiya Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî da û di êrişê de Ferha Şiblî şehîd bû. Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin, em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vê karê terorî helwesta xwe nîşan bidin. Dewleta Tirk a dagirker bi şehîdxistina Ferhad Şiblî xwest derbê li Rêveberiya Xweser bixe û gel qir bike. Li ser vê em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bike ji ber ku serweriya dewletan binpê dike û îstiqrara herêmî têk dibe, ku li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.   Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî yê di Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.”