Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin 2022-06-18 13:14:54   ANTALYA - Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê ji bo balê bikişîne ser girtina 16 rojnamevanên li Amedê bi pire ve pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” daliqandin.    Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê bi armanca bertek nîşanî girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê, bi Pira Kultur a li Cadeya Ulubatli Hasan a Antalyayê ve pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” daliqandin. Endamên Înîsiyatîfê diyar krin ku ew ê ji bo rojnamevanên hatin girtin di nava piştevaniyê de bin.