Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin 2022-06-18 19:37:06   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku tev li "Hevdîtina Mafê Hevwelatîbûna Wekhev Ji Bo Eleweyiyan" bû, diyar kir ku eynî wekî kurdan elewî jî tên înkarkirin û got, em ê bi hev re bitêkoşin ji bo daxwazên gelê elewî.    Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Taksîm a Stenbolê li oetelekê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan "Hevdîtina Mafê Hevwelatîbûna Wekhev Ji Bo Eleweyiyan" li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên elewiyan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, parlementerên HDP'ê, hevserokên HDP'ê yên Stenbolê, Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Marmarayê, gelek rêxistinên demokratîk, xizmên girtiyên nexweş, nivîskar û rewşenbîr jî tev li hevdîtinê bûn.    Hevdîtin bi sînevîzyonê dest pê kir.    Ewilî Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî. Bîrolê diyar kir ku elewî bi salan e bi zilm û tahdeyên desthilatan re rû bi rû mane û got, lê elewî her tim li ber van tahdeyan li ber xwe dane.    Bîrolê bilêv kir ku ji bo daxwazên gelê elewî divê xwe birêxistin bikin û got: "Ji bo dorfirehkirina çarçoveya maf û azadiyên civaka elewî divê hin gav bên avêtin."    DAXWAZÊN ELEWIYAN   ENdamê Komîsyona Gelan û Baweriyan û Endamê Partiya Meclîsê ya HDP'ê Nesîmî Aday jî diyar kir ku li ser meseleya neqebûlkirina cemxwaneyan, ji bo cardin bidestxistina îbadetxaneyên eleweiyan ên hatine xespkirin, rakirina dersên dîn ên mecbûrî, bidawîbûna cihêkariyê û hevrûbûna bi komkujiyan re hin xebatên wan hene û got: "Em ji bo tiştên ku divê em bikin li hev kom bûne. Em ê faşîzma AKP-MHP'ê paş de bivin, lê wê di vê pêvajoyê de elewî çi bikin? Em ê li vir van tiştan biaxivin."    Serokê Fexrî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker jî bilêv kir ku ev bername li Tirkiyeyê cara ewil ji aliyê HDP'ê ve bûye rojev û got, partiyên din ên Tirkiyeyê daxwazên elewiyan naynin zimên.    TÊKOŞÎN   Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan destnîşan kir ku li ser asasê hevwelatîbûna wekhev a ji bo elewiyên bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin tevdigerin. Bûldan destnîşan kir ku wekî kurd û suryaniyan elewî jî li vî welatî bi cihêkariyê re rû bi rû mane û hatine înkarkirin. Bûldan got: "Ez jid il û can bawer dikim ku em ê di vê civînê de rê û rêbazên têkoşîna bi hev re diyar bikin û dê biryarên girîng di vê civînê de bên dayîn. Em HDP ji rêja ku me partiya xwe ava kiriye heya niha ji bo hemû bawerî, nasname, hemû reng û deng bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn em têdikoşin. Em bi serbilindî vê têkoşînê dikin."    'EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN'   Bûldanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew HDP dê heya dawiyê xwedî li têkoşîna elewiyan derkevin û got: "Em soz didin ku em ê di vê têkoşînê de bi hev re bimeşin. Dê têkoşîna ji bo demokrasiyê ya HDP'ê têkoşîna we ya rêxistinbûyî hîn mezintir bike û dê vê yekê veguherîne destkeftiyekê. Lewma em mecbûr in di vî warî de bibin yek, hêz û destkeftiyên xwe bi yek bikin. Dem jî tam dema vê yekê ye. Ev sedsal bi êş ûa zarên mezin derbas bû. Lê dê bibe sedsaleke bê êş û azad, bibe sedsaleke destkeftî û serketinên mezin. Destkeftiyên me û helwesta me vê yekê nîşan dide. Baweriya me, têkoşîna me û berxwedana me vê yekê nîşan dide. Em ê bi ser bikevin, em bi hev re bi ser bikevin."    Her wiha Bûldanêher kesî vexwadn Kongreya HDP'ê ku dê di 3'yê Tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin.