Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda 2022-06-19 09:01:42   AMED - Ji 16 rojnamevanên hatin girtin Omer Çelîk, 14 sal in tevî hemû binçavkirin, girtin, îşkence û gefxwarinan jî pênûsa xwe her tim ji bo ragihandina heqîqetê xebitandiye.     Li Amedê di 8'ê Hezîranê de di avêtina ser malan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Rojnamevan bi hinceta karûbarên rojnamevaniyê, naveroka nûçeyan, zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê hatibûn girtin. Ji van rojnamevanan Omer Çelîk berê di sala 2011'an û sala 2016'an de jî hatibû girtin.    Omer Çelîk ku Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê kuta kiriye, di sala 2008'an de li Buroya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a Stenbolê dest bi kar kir. Piştî DÎHA di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hat girtin, Çelîk li DÎHABER û Ajansa Mezopotamyayê pîşeya xwe domand û li van ajansên lê xebitiye nûçegihanî, şeftiya nûçeyan û edîtorî kir. Çelîk ku heya niha îmze daniye binî gelek nûçeyan, bi nûçeyên xwe gelek bûyer û dozên girîng ronî kiriye.     HAT GIRTIN   Ji 35 rojnamevanên ku di sala 2011'an de di bin navê "Çapemeniay KCK'ê" de hatin girtin yek jê jî Çelîk bû. Çelîk wê demê nêzî 2 salan di girtîgehê de ma û di 19'ê Hezîrana 2013'an de hat berdan.    ÎŞKENCE   Rojnamevan Çelîk di 25'ê Kanûna 2016'an de jî ji ber ku naveroka e-postayên koma "RedHack"ê yên dihat gotin ên Wezîrê Enerjiyê yê wê demê Beraat Albayrak in kir nûçe di avêtina ser malê de bi îşkenceyê hat binçavkirin. Çelîk piştî 24 rojên di binçavan de di 17'ê Çileya 2017'an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Çelîk di 24'ê Cotmeha 2017'an de jî hat berdan.    Çelîk gava di Girtîgeha Sîlîvriyê de bû di hevpeyvîneke xwe ya ji bo ajansa me MA'yê de gotibû: "Em ehlê gel û heqîqetê ne û em bênavber bi devê xwe avê digihînin agirê ku hewl dide me hemûyan bişewitîne. Gava em bi vê ava xwe agirê tirsnak ê Newrûd bitefînin, dê tu hikmê Nemrûd nemîne."    ‘ROJNAMEVANÎ AWAYÊ JIYANA WÎ YE'   Hevpîşeya Çelîk rojnamevan Pinar Ûral behsa rojnamevaniya Omer Çelîk kir.   Ûral ku got "Omer her tim ji tişta zor û zehmet hez dike û dixwaze bide dû û wê eşkere bike" destnîşan kir ku rojnamevanî awayê jiyana Omer e.    Ûral bilêv kir ku Omer Çelîk jiyana xwe û pîşeya xwe kiriye yek û got: "14 sal in dide dû heqîqetê, dipirse û bêtirs dinivîse. Qethiyen tawizê ande, pênûsa xwe daxilî anav têkiliyên berjewendiyê nake. Hêleke wî ya ku baweriyê li mirov peyda dike heye. Di sala 2014'an de, di dema bûyerên Kobanê de bi şev nûçeyek ji me re hat û şêniyên taxê gotin ew hatine gulebarankirin, birîndar hene û hatine dorpêçkirin. Wê demê her der ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Lê Omer çenteyê xwe amade kir û got, 'Hadê em diçin.' Gava wisa got, min bêtirs da dû wî. Ji lew re bawerî li mirov peyda dikir. Li cem wî şik û guman li mirov peyda nabin. Bi wê helwesta xwe ya saxlem û bibiryar hevalên xwe bihêz û quwet dike. Carinan gava em reşbîn dibûn, tim hêviyê li me peyda dikir."    ‘EM Ê BITÊKOŞIN'   Ûral destnîşan kir ku Çelîk tevî nûçeyên xwe diçû malê û got: "Di mêjiyê wî de tim nûçe hebûn û gava ji bo gerê biçûna cihekî jî tim nûçe dinivîsand û ji ajansê re dişand. Ev qasî girêdayî pîşeya xwe bû."   Ûral anî ziman ku rojnamevan Çelîk tu carî li ber zext û zoriyan paş de gav neavêtiye û got, helbet têkoşîna ji bo heqîqetê bedêl divê û Çelîk jî tevî 15 rojnamevanên din ji ber vê niha di girtîgehê dene. Ûral di dawiyê de bilêv kir ku tevî hemû çewisandinan û girtinan jî dê bitêkoşin û kêmaniya hevpîşeyên xwe nedin der.    MA / Cengîz Ozbasar