Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan 2022-06-19 10:47:37   ENQERE - Hate diyarkirin ku girtiyê ji Kobanê Abdo Şêx ku sewqî Girtîgeha Xarpêtê hatiye kirin di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye û li wî xistine. Abdo xwest ku piştgiriya hiqûqî ji girtiyan re bê dayîn.   Girtiyên li Girtîgehên Xarpêt, Şakran û Sîlîvriyê tên ragirtin, derbarê binpêrkirinên mafan ku rast hatine de gelek name ji Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaşê re şandin.     Serhat Tekîn ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Xarpêtê tê ragirtin, di nameya xwe de behsa girtiyê ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Abdo Şêx ku di 12'ê Gulanê de sewqî girtîgehê hatiye kirin, kiriye. Tekîn, diyar kir ku Abdo Şêx di têketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye û pişt re jî li wî xistine û wiha got: “Em vê bûyera ku qewimiye ji ber berpirsyariya mirovahî û wijdanî radigihînin. Sedema derbkirinê her çiqas weke lêgerîna tazî bê nişandan jî, dengê derbkirinê piştre jî hatiye û ev rewş nîşanî me dide ku sedema derbkirinê cuda ye.”   4 SAL IN DI HUCREYÊ DE YE     Seyîthan Yaman ê ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin jî di nameya xwe de xwestiye ku bêhiqûqiyên lê rast hatine bên bihîstin. Yaman, diyar kir ku ew 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreyekê de tê tecrîdkirin. Yaman, da zanîn ku jê re cezayê muebeta giran nehatiye dayîn û tevî gelek caran daxwazname şandiye û serî li rêyên hiqûqî daye jî, tu encam bi dest nexistiye.   Yaman, Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê piştî îşkence û êrişa zayendî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û ev tişt gotin: “Ji bo ku heman rewş neyê jiyîn ez dixwazim hûn rewşê ji rayedarên berpirsyar re ragihînin. Îrade û bedena min jî heye. Eger ku rewş bi awayeki erenî neyê destgirtin, ez dê dest bi greva birçîbûnê bikim.”   JI BO BALAÇ Û YILDIRIM BANG   Girtî Ridvan Akbaş ê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê û Sercan Ahmet ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Îzmîrê de tên ragirtin xwestin ku xwedî li Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim ên ku di rojiya mirinê de ne, bê derketin. Girtîyan  diyar kirin ku rojiya mirinê ya Balaç û Yildirim daye destpêkirin di asteke krîtîk de ye û ji raya giştî re banga hişyariyê kir.    Parlamentera HDP’î Meral Daniş Beştaş têkildarî nameyan serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) da.