Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin 2022-06-19 11:17:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Emîn Jaro yê ku ji ber êrişên DAIŞ'ê neçar mabû koç bike vegeriya Şengalê û got: "Heke 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe terk nekin. Heke gefek li ser Şengalê hebe jî em ê li berxwe bidin."    DAIŞ'ê di 3’yê tebaxa 2014’an de êriş birin ser Şengalê û fermana 73'yan bi civaka êzdî dan jiyîn. Şengaliyên ku xwestin xwe ji qirkirin û komkujiyê biparêzin neçar man koç bikin. Piştî ku ji aliyê hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê ve Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin, êzdiyên ku koç kiribûn, kom bi kom vegeriyan ser axa xwe. Lê hîn jî bi hezaran welatiyên êzdî bi taybet li kampên Dihokê û parêzgehên din ên li Herêma Kurdistanê dimînin. Tevî hemû astengiyan malbatên ku derfetên vegerê bi dest xistine, vedigerin ser axa xwe. Êrîşên li ser Şengalê ku berdewam dikin. Herî dawî di 15'ê hezîranê de balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) ên dewleta tirk 2 caran Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Xidir Naso jiyana xwe ji dest dabû û nûçegîhanê Çira TV jî di nav de bi giştî 7 kes jî birîndar bibûn. Lê li tevî vê jî civaka êzdî dev ji axa xwe bernade û warê xwe terk nake. Ji êzdiyan Emîn Jaro (30), ku li gel malbata xwe di fermanê de ji neçariya xwe koçber bibû û di kampa Dihokê de mabû û di sala 2020'an de dîsa vegeriye Şengalê, banga vegerê li Şengaliyan kir.    'EM 7 SALAN DI TABÛTÊ DE MAN'   Jaro, diyar kir ku piştî ku ew ji Şengalê derketin jiyan ji bo wî weke jehrê bû û wiha axivî: "Destpêka fermanê şer li gundê Girzerk yê Başurê çiyayê Şengalê destpê kir. Lê me bawer nedikir ku wê şer bigihe nava Şengalê. Me digot tiştek nîne. Dema DAÎŞ nêzî bajar bû me bi zehmetî xwe xelas kir û em ber bi çiyayê Şengalê ve reviyan. Em nêzî 4 rojan li wir man, lê DAIŞ hate wir jî êrîşî li me kir. Em bi çiya de meşiyan û çeteyên DAIŞ'ê negihiştin me. Gelî kete bin kontrola DAIŞ'ê, li gel me xwarin nebû. Min xwe berda nav gelî cenazeyên gelek dayikên temen mezin ku DAIŞ'ê kuştibûn min ditîn. Dayikek sax mabû û got ku kesên li wir bi jehrê kuştibûn. Got, 'Xwarin jehrî kirine nexwin' Ji me re got, 'Zû ji vir herin niha DAÎŞ ne li vir e lê wê bê'  Me xwarin anî û em bi lez vegeriyan gel malbatên xwe. Dema em gihiştin gel malbatên xwe me xwe gihande ber çil mêre serê Çiyayê Şengalê. Ew der ewle bû. Me şervanên PKK'ê li wir dîtin alikarî didan û xwarina ku bi xwe re anîbûn dane me. Bi qamyonê ar anîn û ji gel re belav dikirin. Piştî PKK rê vekir em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Rojekê li wir man gelê rojave pir alikariye me kir. Dûv re em derbasî bajarê Zaxo yê Başurê Kurdistanê bûn. Em nêzî 3 rojan li Zaxo di dibistanekê de man. Pişt re em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Em 2 mehan jî li Amedê man. Li wir di şaredariyê de cih ji me re veqetiya bû. Gelê bakur gelek alîkariya me kir. Pişt re em dîsa vegeriyan Başurê Kurdistanê û gel malbatên me yên li wir man. Nêzî 7 salan em li kampa çem mişko bûn. Jiyana kampê pir zehmet bû û cih pir teng bû. Metirsiya şewatê pir hebû. Ji bo me ew der weke tabûtekî bû û em 7 salan di wê tabûtê de man."   'HEKE EM MIRIN JÎ BILA EM MIRIYÊ AXA XWE BIN'    Jaro, bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan jî ew vegeriyan û wiha behsa rêwingiya xwe ya vegerê kir: "Em di sala 2020'an de vegeriyan Şengalê. Ji ber mamê min pir dixwest û miraza wî her ditina Şengal bû. Bavê min jî di dema rizgarikirina Şengalê de şehîd ket. Ji ber wê em vegeriyane ser cih û warên xwe. Heke em mirin jî bila em miriyê axa xwe bin, heke sax bin bila li ser axa xwe bin.  Ev saleke ku ez hatime. Min dixwest dema nû Şengal rizgar bûyî ez hatibam. Çend mirov dûrî axa xwe tiştê xwe ji dest dide. Çend mirov zû vegere ser axa xwe ewqas zû jiyane xweş dibe. Tevî hemû zehmetiyan û êrîşan jî em bi jiyana xwe razîne."   '73 FERMANÊN DIN JÎ ÇÊBIBIN EM Ê AXA XWE TERK NEKIN'    Jaro, anî ziman ku çi bibe bila bibe ew ê êdî nema axa xwe berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Axa me pîroz e. 73 fermanên din jî bên serê me em ê axa xwe bernedin. Kalên me li vê axê veşartine, heke mirovek şengalî be û li kur be dema jiyane xwe dest bide wê bînin li nav vê axê veşêrin. Şengal ne tenê naveke, Şengal hebûna me ye. Bi hezaran êzdî ji cih û warên xwe dûrketine û li cîhanê belav bûne. Ji ber Şengal pîroz e naxwazin ji dijminan re bimîne. Êzdiyan 73 ferman ditin lê dîsa jî Şengal bernedan. Ev warê êzdiya ye ji ber wê me bi bedelên giran parastiye. Careke din em axa xwe bernadin. Heger 73'ê fermanî din jî çêbibin em ê axa xwe terk nekin. Heke gefek li ser Şengalê hebe jî em ê li berxwe bidin. Niha hêzên me yên leşkerî hene û bi hezaran keç û xortên me parastina me dikin. Tu carî em ê rê nedin ku dijmin were ser axa me. Heya em hebin em ê li berxwe bidin. Ez ji êzdiyên ku ji derveyî re jî bang dikim, vegerin ser axa xwe. Tu der weke axa we ewle nîne."