Batmaz piştî 30 salan hate berdan 2022-06-19 11:39:16   AMED - Girtî Ekrem Batmaz piştî girtina 30 salan hate berdan.   Ekrem Batmaz ê beriya 30 salan li Şirnexê bi îdiya “xerakirina yekitiya dewletê” hatibû girtin îro ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku lê dihat ragirtin hate berdan. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê  û malbata wî ya li pêş girtîgehê disekinîn Batmaz pêşwazî kirin. Batmaz li vir çû bajarê xwe Şirnexê. Tê payîn ku Batmaz wê li Cizîrê bi awayekî girseyî were pêşwazîkirin.