Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin 2022-06-19 13:00:55   MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku girtina 16 rojnamevanan perçeyekî zextên li ser gelê kurd in û wiha got: “Neheqî, zilm, bêhiqûqî ji ku were û li dijî kê were kirin divê mirov bêdeng nemîne.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de her 22 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û ji wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatibûn girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Gulşen Koçuk û welatî Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Bername û nûçeyên ku rojnamevanan çêkiribûn kirin sedemê girtina wan.    ‘OPERASYON PERÇEYEKÎ PROJEYÊ YE’   Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku hedef girtina rojnamevanan perçeyekî proje û bernameyê ye û bi lêv kir ku operasyon di çarçoveya bêdengkirin û mehandinê de hatiye kirin. Turk, anî ziman ku armanca operasyona li ser rojnamevanan veguhestina zextên li ser kurdan a qadên cuda ye û wiha got: “Dixwazin ku medyaya kurd û medyaya demokrat a rastiyan binivîse bêdeng bikin. Dixwazin wan bikin hedef.”   Turk, da zanîn ku îro li Tirkiyeyê polîtîka, siyaset û daraz bi heman hişmendiyê tên birêvebirin û bi lêv kir ku ew bi xwe jî di gelek bernameyan de bi rojnamevanên hatin girtin re bûye. Turk, destnîşan kir ku ji ber rojnamevanên kurd, bi siyasetmedarên kurd re, bi kesên pirsgirêkên li Tirkiyeyê anîn ziman re û bi rêxistinên sivîl ên civakî re bername çêkirine hedef hatine girtin û wiha berdewam kir: “Divê mirov weke operasyoneke ku ji bo bendekê bikişînin pêşiya van binirxîne.”    ‘DIVÊ MIROV BÊDENG NEBE’   Turk, destnîşan kir ku divê li dijî tiştên qewimîn xebateke bi rêxistinkirî were kirin, gel li dijî hemû bêhiqûqiyan deng derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ku were û ji ku derê were bila were, divê mirov di vê mijarê de bêdeng nemînin.”    ‘PÊDIVÎ BI DENGEKÎ XURT HEYE’   Turk, diyar kir ku divê li dijî her bûyerê dengekî xurt were derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber tiştên di Meşa Gemlîkê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hedef hate giritn. Ji ber hevalên me di mijara tecrîdê de bertekên xwe yên demokratîk nîşan dan, hindik mabû bên lînckirin. Lê hûn dinêrin ku hinek derdikevin, rûbirûmayîna parlamenterekê ya bi lînckirinê re nabînin. Ji ber refleksek nîşanî polîsekî da herkesê hewl da wê bikarbîne. Hewce bibe bêjin ew jî xelet e. Tiştên ku polîsî kirine jî bînin rojevê. Neheqî, zilm, bêhiqûqî ji ku were û li dijî kê were kirin divê mirov bêdeng nemîne. Divê li dijî vê derkeve. Heke li Tirkiyeyê raya giştî ya bi vî şiklî çêbibe, heke rêxistinên sivîl ên civakî di vê mijarê de bi awayekî hevkar bi bîryar li dijî van neheqiyan dengê xwe bilind bikin, ez bawer dikim ku wê gelek tişt bên guhertin.”   MA / Ahmet Kanbal