Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne 2022-06-19 16:10:39     STENBOL - Taha Elgazî yê sûriyeyî ku di sempozyûma “Penaberî, Koç û Keda Koçberan” de axivî, bertek nîşanî çepgirên li dijî êrişên penaberan bêdeng man dan û wiha got: “Muxalefet li dijî desthilatê, desthilat jî li dijî YE’yê me wekî qoz bi kar tîne.”   Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK), bi mijara “Penaberî, Koç û Keda Koçberan” li Odeya Tabîban a Stenbolê sempozyûmek li dar xist. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û gelek akademîsyen, rêxistinên sivîl ên civakî û rojnamevan beşdarî sempozyûmê bûn. Ebrû Okten moderatoriya sempozyûma ku bi 3 rûniştina hate kirin kir. Di rûniştina ewil de mijara “Li Tirkiyeyê nîqaşên siyasî û di têkiliyên navnetewî de penaber, koç û koçberî” hate nîqaşkirin.    QEYRANA MIROVAHIYÊ    Çerkezoglû ku axaftina vekirinê ya rûniştinê kir, diyar kir ku sendîka di mijara koçberiyê de kêm dimînin. Çerkezoglû da zanîn ku şerê ku hêzên emperyalîst derdixînin newekheviyên kurewî derdixînin holê û ji ber vê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûn. Çerkezoglû, ragihand ku mirovên ku ji cihên xwe bûne qeyraneke mirovî ya mezin dijîn û wiha got: “Li cîhanê ji ber vê yekê qeyraneke mezin tê jiyîn. Tirkiye jî yek ji van welatan e. Hem empeyalîst hem desthilat hem jî sermaye rast e rast hewl didin vê qeyrana mirovî vegerînin firsendekê.” Çerkezoglû, bi lêv kir ku li dijî penaberan hem di siyasetê de hem jî di nava civakê de zimanekî cihekar tê bikaranîn.   Seroka Komeleya Lêkolînên Koçê û Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Galatasarayê Doç. Dr. Dîdem Daniş jî piştî tiştên li Sûriyeyê qewimîn pêvajoya Tirkiye ketiyê vegot.  Ji Zanîngeha Enqereyê jî Doç. Dr. Cenk Saraçoglû bi serenavê “Li Tirkiyeyê penabertî û encamên wê yên siyasî” pêşkeşiyek kir.    Dû re rojnamevan Hale Gonultaş bi mijara “Medya û Penaber” axaftinek kir. Gonultaş, diyar kir ku penaber weke malzemeyê navxweyî yê siyasetê tên bikaranîn û da zanîn ku medya li ser gotina desthilatê nûçegihantiyê dike.    Taha Elgazî yê penabera sûriyeyî ku di rûniştinê de herî dawî axivî jî bi serenavê “Pîrsgîrêkên ji çavên penaberan û Hêvî” pêşkeşiyek kir. Elgazî diyar kir ku ji mirinê reviyan û hatin Tirkiyeyê lê li vir jî rastî nijadperestiyê tên. Elgazî bertek nîşanî muxalefeta sereke ku penaberan li dijî desthilatê weke qoz bikartîne da û wiha got: “Her wiha desthilat jî me li dijî Yekitiya Ewropayê bikartîne. Hem çepgir hem rastgir hewl didin me bi kar bînin.”     Piştî pêşkeşiya Elgazî rûniştin weke forûm berdewam kir.