Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye 2022-06-19 17:26:31   ENQERE - Parêzer Nûray Ozdogan destnîşan kir ku Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye bi tevlibûneke xurt dikare bê ronîkirin.    Rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibû Amedê, di 20’ê îlona sala 1992’yan de hate qetilkirin. Danişîna doza têkildarî qetilkirina Anter hatye vekirin wê sibê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dîtin. Doza Mûsa Anter bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û ya Ayten Ozturk ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” hatibû qetilkirin re kirin yek û ji bo demborîna Doza Mûsa Anter tenê 3 meh man. Tevî vê yekê jî ji bo pêşketina teqîbatê tu gav nayên avêtin. Yek ji parêzera Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Nûray Ozdogan ku doza Anter dişopîne têkildarî rîska demborînê ya dozê ji ajansa me re axivî.    'FAÎL DADGEH Û WEZARETA DADÊ YE'   Ozdogan, diyar kir ku weke OHD dosyaya Mûsa Anter û dosyayên din ên kiryarên nediyar dişopînin û têkildarî rîska demborînê ya Doza Anter ev tişt gotin:  “Faîlê ku dema vê dosyayê bibore yek dadgeh e yek jî Wezareta Dadê ye. Bi sala ne dadgeh îfadeya berfireh a bersûc Abdûlkadîr Aygan nagire. Ji xwe daxuyaniyên Aygan dide çapemeniyê weke delîlan e. Lê wezaret bersiveke baş nade û bersûc dem qezenç dikin."   TAKTÎKA MIJÛLKIRINÊ   Ozdogan, bi bîr xist ku di danişîna dawî de ji bo îfadeya bersûc Aygan were girtin biryara li benda bersiva nivîsa ji Wezareta Dadê re hatiye nivîsîn bisekinin hate dayîn û wiha berdewam kir: "Di sala 2009'an de Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeyên Taybet a Amedê îtîrafên Abdulkadîr Aygan qebûl kir û lêpirsîn dabû destpêkirin. Ji wê rojê heta îro têkildarî îfade girtin û girtina bersûc de tu xebat nehatin birêvebirin. Hema bêje taktîka mijûlkirinê şopandin."   Ozdogan, da zanîn ku di danişîna sibê were dîtin de îhtîmala rakirina şertê kontrola edlî yê bersûc Hamît Yildirim heye û wiha got: "Di rewşeke wisa de yekane bersûcê mirov dikare xwe bigihînê jî dikare bireve derveyî welat. Pêvajoyeke sûc derxînin holê an ronî bikin nayê bi rê ve birin."   BANGA TEV LI BÛNÊ    Parêzer Nûray Ozdogan destnîşan kir ku Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye, bi tevlibûneke xurt dikare bê ronîkirin û wiha got: "Divê doz were şopandin û piştgiriyeke xurt a civakî hebe. Ji bo ku edalet pêk were û rastî derkevin holê ev pêvajoyên darizandinê dikarin bên veguherandina pêvajoyên bi rûbirû mayîna heqîqetê."