Li Şemzînanê şer derket 2022-06-19 21:09:49 COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku li gundên Rewşene, Derya û Kampa Dêrabanî yen navçeya Şemzanî şerekî dijwar derketiye.      Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, li gundê Rewşene, Derya û Kampa Dêrabanî yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di navbera gerîllayên HPG'ê û leşker û cerdevanan de şerekî dijwar derketiye. Tê gotin ku şer saet di 17.00'an de dest pê kiriye û mewziya leşker û cerdevanan a li herêma Kampa Dîriyan hedef hatiye girtin û piştre şer derketiye.    Şerê li herêmê didome û ji Geverê gelek maşîneyên zirxî, helîkopter û ambûlans sewqî herêma şer hatin kirin. Tê gotin ku di şer de gelek mirî û birîndar hene. Her wiha hat hînbûn ku dengê bombardûmanê ji herêmê bilind dibe û helîkopter li ser gundan digerin.