Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket 2022-06-19 21:22:33   MÊRSÎN - Wêneyê Serokê Kooperatîfên Avdaniya Herêma Mêrsînê Ersîn Akdogan ku bi angaşta hîlebaziyê hat girtin jî bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Bînalî Yildirim ê AKP'î re derketin.     Serokê Kooperatîfên Avdaniya Herêma Mêrsînê ku nêzî 70 hezar cotkar girêdayî wê ne Ersîn Akdogan, di çarçoveya lêpirsîneke ku bi angaşta "hîlebaziyê" dihat birêvebirin de hat girtin. Li ser gilîkirina gelek şîrketên ji Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Riha, Kocaelî, Îzmîre dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û di çaroveya lepirsînê de qeyûm tayînî Kooperatîfa Geşepêdana Çandiniyê ya Sîlîfke û Derdora wê hat kirin.    Wêneyê Serokê Kooperatîfê Akdogan ku bi angaşta hîlebaziyê hat girtin bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Bînalî Yildirim re derketin.