Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir 2022-06-19 22:24:43 AMED - Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn mîqrefonê girte destê xwe û li şûna rojnameger Azîz Orûç ku hatibû girtin bernameya wî pêşkêş kir. Tosûn, di bernameyê de zextên li ser rojnamegeran ji welatiyan pirsî.       Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa 16 rojnamegerên ku ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê hatibûn girtin, mîqrefonê girte destê xwe û li şûna rojnameger Azîz Orûç ku hatibû girtin bernameya wî "Dengê Kolanê" pêşkêş kir. Tosûn, di bernameyê de girtin û zextên li ser rojnamegeran ji welatiyan pirsî.    Edîtorê Ajansa Mezopotamyaye Azîz Orûç, ji bo Medya Haberê bernameya "Dengê Kolanê" pêşkêş dikir.