Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn 2022-06-19 23:59:59 AMED - Dozgera Komarê ya Bismilê Nîlgul Kurkaya ku lêpirsîna rojnamegerên kurd bi rê ve dibir tayînî Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê û dadgerê ku biryara girtina wan da jî tayînî Sakaryayê hat kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 8'ê hezîranê de polisan bi ser malên rojnamegeran û cihê karê wan de girtibû û 20 rojnameger bi giştî 22 kesan binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 8 rojan di 15'ê hezîranê de rojnameger sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin û di 16'ê hezîranê de ber destê sibehê 16 ji wan hatibûn girtin û 4 jê rojnameger û 6 kes jî hatibûn berdan.    Yekemîn Daîreya Lijneya Dozger û Dadgeran, bi Biryarnameya Sereke ya Daraza Îdarî û Edlî ya Sala 2022'yan, 5 hezar û 75 jê ji daraza edlî û 351 jê jî ji daraza îdarî bi giştî cihê 5 hezar û 426 dozger û dadgerî guhert. Di nav van dozger û dadgeran de dozgera ku lêpirsîna 20 jê rojnamegerên kurd 22 kesan bi rê ve bir û dadgerê ku biryara girtina wan da jî hene. Dozgera Komarê ya Bismilê Nîlgul Kurkaya ku lêpirsînê bi rê ve bir tayînî Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê û Dadgerê Cezaya Silhê Yûnûs Kiliçlar ku biryara girtinê da jî tayînî Sakaryayê hat kirin.