ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-20 09:00:00   * Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku li Îmraliyê sûc tê kirin û wê bi mezinkirina hewldanên li dijî qedexeya hevdîtinê encam bê girtin.    * Dayika Suleyam Kaçar ku di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest da Gulê Kaçar, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê da û ev tişt got: "Ger PDK û Barzanî wiha berdewam bikin wê axa di destê xwe de jî winda bikin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila ji axa me bê derxistin."   * Malbatên ku xizmên xwe di qedexeyên derketina derve winda kirin, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê dan û ev tişt gotin: "Heke kurd tifaqa xwe ava bikin dê azadî û serxwebûn pêkan be."   * Şîranîfiroşin Amedê destnîşan kirin ku cara ewil e bi krîzek wiha mezin re rû bi rû mane û gotin, sedema vê krîzê û bihabûnê polîtîkayên şer ên desthilatê ne.    * Ji niştecihên taxa Kitilbilê Fesîh Karakûzû, bertek nîşanî guhertina navê taxa wan ji aliyê qeyûmê Sûrê ve daev tişt got: "Destpêkê îstîmlaq kirin niha hî navê wê guhertin. Em ê destûr nedin vê û serî li darazê bidin."   * Li navçeya Qilebanê, doznameya derbarê parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahinê Cemîl Yildiz ku dest dirêjî zarokeke 15 salî kiribû û 5 kesan de hat amadekirin. Di doznameyê de sûcdariya "Îstismara zayendî" , "Gef" , "Bêparhiştina ji azadiyê ya kes" , "Fûhûş" û "Tacîz" li bersûcan hat kirin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 469'emîn de berdewam bike.    * Danişîna Doza Mûsa Anter dê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 6'emîn bê lidarxistin. Piştî danişînê dê li avahiya ÎHD'a Enqereyê civîna çapemeniyê were lidarxistin. (10.15)   * Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî girtina 16 rojnamevanên kurd dê serdana DFG'ê bike. (12.00)   * Danişîna biryarê ya doza kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û bersûcên din dê li Dadgeha Muglayê bê lidarxistin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê têkildarî rewşa penaberan dê li Baroya Wanê panela bi mijara "Bandorên siyasî û sosyo-kulturel ên li ser koçberiya bi darê zorê" li dar bixe.  (14.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 33 qurbaniyên hatin qetilkirin dê çalakiya xwe di hefteya 83'yemîn de li Cadeya Halîtaga ya li Kadikoya Stenbolê li dar bixe. (18.00)