Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e 2022-06-20 09:04:29   ŞIRNEX - Malbatên ku xizmên xwe di qedexeyên derketina derve winda kirin, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê dan û ev tişt gotin: "Heke kurd tifaqa xwe ava bikin dê azadî û serxwebûn pêkan be."   Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin du meh li pey xwe hişt. Tirkiye encama ku dixwaze nikare ji êrişê bigire û ji bo veşartina ser vê têkçûna xwe hewl dide li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê bike. Ev êriş û hewldanên Tirkiyeyê, li bakurê Kurdistanê bûne sedema bertekan. Malbatên ku xizmê wan di qedexeyên derketina derve yên li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.    'JI BO NASNAMEYEK AZAD TYÊKOŞÎNEK MEZIN TÊ DAYÎN   Hevjîna Hasan Sanir (75) ku di sala 2016'an de di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da Ayşe Sanir, got ku êdî ew naxwazin xwîn were rijandin û şer çê bibe û ev tişt anîn ziman: "Gelê kurd berdelên gelek giran daye û hê jî li ber xwe dide. Ji bo nasnameyeke azad û aştiyê têkoşînek mezin tê dayîn. Ew zilma ku me dîtiye êdî bes e. Li her deverê cîhanê mafên mirovan heye. Lê belê tenê mafên me yên kurdan nîne."   AZADÎ BI TIFAQÊ PÊKAN E   Di berdewamê de Sanir, bal kişand ser hewldanên dawîn ên PDK'ê û destnîşan kir ku ji ber sekna PDK’ê pêşî li kurdan hatiye girtin û wiha pêde çû: "Di dîrokê de gelek pêşmerge ji ber şerê hatibûn vê derê û xelkê me alikariya wan kir. Lê îro PDK bûye hevalê dewletê û li dijî gelê xwe şer dike. Şerm û eyb e jê re. Banga min ew e ku bila hemû kurd tifaqa xwe ava bikin û welatê xwe biparêzin. Heke kurd tifaqa xwe ava bikin dê azadî û serxwebûn pêkan be. Em aştiyek mayînde û edaletê dixwazin. Gelek neheqî li me kurdan tê kirin."   'EM Ê SERÊ XWE JI ZILMÊ RE NETEWÎNIN'   Dayika kedkarê tenduristiyê Cemal Ûygûr (35) ku di sala 2016'an de di qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû Kûmrû Ûygûr jî diyar kir ku dema kuştina kurê wê gelek zilm li wan hatiye kirine û wiha got: "Em ê tu carî wê zilmê ji bîr nekin û heta saxbin jî em ê serê xwe ji zilmê re netewînin. Ev zilm hê jî berdewam dike. Em ji şerê ku niha li herêmên kurdan tê kirin nerazîne. Em kîngê dibêjin, 'aştî û wekhêvî' ew dibêjin, 'kuştin û neyartî'. Li dijî êrişan divê kurd bibin yek. Ji xeynî wê çareyeke me nîne."