Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin 2022-06-20 09:08:15   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku li Îmraliyê sûc tê kirin û wê bi mezinkirina hewldanên li dijî qedexeya hevdîtinê encam bê girtin.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye didome. Zêdetirî salekê ye bi tu awayî agahî ji Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li cem girtî ne nayê girtin. Hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din ên li cem girtî ne re tê astengkirin. Serlêdanên ji bo hevdîtinan bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, derbarê qedexeya hevdîtinê û hewldanên li dijî vê de axivî û nirxandinan kir.      BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ    Parêzer Bîlmez, diyar kir ku rewşa li Îmraliyê ji tecrîdê derbas bûye û ji ber ku daraz bi serê xwe tevnagere hewldanên wan ên li dijî vê rewşê jî bêencama dimînin û wiha got: "Li Îmraliyê hiqûq nemaye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê belavî tevahiya welat bûye. Bêhiqûqî tenê bi cihekî bi sînor namîne. Rewşa li Tirkiyeyê niha ev e. Hiqûq û qanûn li Îmraliyê kirine gilokeke ta û li bendê ne ku em ve ji hev bixînin. Hewl didin me bi vê bidine mijûlkirin."   CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ YÊN 'VEŞARÎ'   Bîlmez, bi lêv kir ku ji ber qedexeyên hevdîtinê nikarin bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin pêk bînin û wiha axivî: "Ji 3 mehan carekê ji bo qedexeya hevdîtinê ya malbatan re cezayê dîsîplînê didine muwekîlên me. Bi tu awayî em sedema cezayan nizanin û nikarin hîn bikin. Ji me veşarî tê kirin. Piştî ku ceza tên dayîn em hîn dibin û îtîrazên xwe dikin. Qedeya ji bo parêzeran jî bi heman rengî ye. Ji bo parêzeran 6 mehan carekê ceza didin. Em van jî îtîraz dikin lê encameke erênî ji van hemû serlêdanên xwe nagirin."   'SÛC TÊ KIRIN'   Derbarê serlêdanên wan ên li dijî qedexeyên hevdîtinê de Bîlmez, bi bîr xist ku herî dawî di 24'ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê dane û bi hinceta cezayê dîsîplînê serlêdana wan hatiye redkirin û ev tişt anî ziman: "Êdî baweriya wan bi hiqûqê nemaye. Dizanin ku ev pêkanîn bi biryareke çiqas polîtîk tên kirin. Belim jî bi armanca şermezarkirinê îtîraz nakin. Ji ber ku îtîraz nakin li gorî qanûnan ceza teqez dibe. Ji bo astengiyan hincet tên çêkirin. Lê ev pêkanîn ne qanûnî û meşrû ne. Me dîsa serî li Dadgeriya Înfazê da. Me got, 'Qediyaye hûn destûr nadin hevdîtinê? Roja dan ev bersiv da, 'Di meha sibatê de cezayek dîsîplînê lê muwekîlên we hatibû birîn, ev ceza hê di meriyetê de ye'. Lê li gorî qanûnê nikarin ji 3 mehan zêdetir bidin. Kêfîbûneke mezin heye. Tiştên êdî tên kirin sûc in. Hemû şertên Destûra Bingehîn û DMME'yê tune dihesibînin."   'LÎ ŞÛNA ÇARESERKINÊ PISGIRÊKAN ÇÊDIKE'   Bîlmez, da zanîn ku Dadgeriya Înfazê berovajiyê peywira xwe ya çareserkirinê tevdigere û ev tişt gotin: "Pirgirêkan çareser nake, pirsgirêkan çêdike. Ji bo çêkirina pirsgirêkê dibe alîkar! Tişta em bikin îtîraza li ser wê ye. Em li Dadgeriya Cezaya Giran îtîraz dikin. Piştî hefteyekê ev dadgeh jî îtîraza me red dike. Pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn dest pê dike. Mixabin pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn dirêjî salan dibe. Li vir bi dehan serlêdanên me hene. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn jî pêvajoya DMME'yê dest pê dike û mesele belavî demê dibe."   'CPT PAŞGUH DIKE'   Di berdewamê de Bîlmez, destnîşan kir ku ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re xebatan dikin û serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE) didin û ev nirxandin kir: "Mixabin Ev sazî jî prîm didin polîtîkaya belavkirina demê ya Tirkiyeyê. Heke ev rewş dirêj bibe û berdewam bike wê demê hin kes vê paşguh dikin. Ji bilî vê daxuyaniyeke din tuneye. CPT ji tiştên li Îmraliyê diqewêmin re digire. Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye û di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de aktorek girîng e. Dewlet jî vê baş dizane. Nêzikbûna ji bo Îmraliyê girêdayî Pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Mutabaqata Dolmabahçeyê nehat naskirin Tirkiye di her warî de bi paş ve çû. Ji wan rojan ve li Tirkiyeyê her tişt guherî. Tirkiye ji aştiyê dûr ket, pêvajoya şer dest pê kir û aborî têk çû. Ev hemû girêdayî neçareserkirina Pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê ne. Ev ne tenê ji bo desthilatê, ji bo muxalefeta namzeta desthilatê jî derbasdar e. Divê vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere. Heke nêzikbûna wê jî heman nêzikbûn be piştî guhertina hikûmetê wê tu tişt neguhere. Lewre pirsgirêka bingehîn ev e."   DAXWAZÊN MEŞA GEMLÎKÊ   Bîlmez, li ser Meş Gemlîkê û kampanya ku bi pêşengiya OHD'ê bi îmzeya 775 parêzeran dest pê kir jî rawestiye û wiha pêde çû: "Li dijî tecrîdê daketina mirovan a kolanan û bikaranîna mafên xwe yên demokratîk û destpêkirina kampanyayên ji aliyê parêzerên hempîşeyên me ve gelek girîng in. Ev nîşan didin ku êdî bêhiqûqî tên dîtin. Em bawer dikin ku wê ev çalakî mezin bibin. Mirov vê neheqiya ku li birêz Ocalan tê kirin qebûl nakin û çareserkirina Pirsgirêka Kurd dixwazin. Dema ku xwestin bimeşin Gemlîkê tişta ku dixwestin ev bû; bila tecrîdê rabe, Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, polîtîkayên ewlehiyên bên bidawîkirin. Lewre ev mesele herkesî eleqedar dike. Tecrîda li Îmraliyê bi awayekî bandor li jiyana herkesî dike. Tişta girîng ferqkirina vê ye. Her kesê ku bi rastî jî ji xwe re dibêje demokrat, sosyalîst û xwe weke muxalîf dibîne divê êdî vê rastiyê bibîne."   'BI BÊDENGIYÊ WÊ DOR BÊ HERKESÎ'   Bîlmez, nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Hebûna liv û tevgereke wiha ya di civaka parêzeran de cipîcihê girîng e. Lewre heke hempîşeyên me çavê xwe ji bêhiqûqiyeke bi vî rengî re bigirin wê heman tişt ew ê jî bijîn. Vê dizanin û dibînin. Mînak li Tirkiyeyê pêkanîna guhdarkirina hevdîtina parêzer û muwekîlê wî tunebû. Di sala 2004'an de ji bo birêz Ocalan sererastkirinek kirin. Sererastkirineke mîna qedexekirina parêzeran tunebû. Wê jî di sala 2004'an de bi hedefa birêz Ocalan kirin. Lewre bi bêddengkirinê re wê dor bê herkesî. Divê mirov vê bibînin û li gorî vê tevbigerin."   Di dawiya axaftina xwe de Bîlmez, destnîşan kir ku wê hewldanên li dijî pêkanînên li Îmraliyê bigihîjin hedefa xwe û ev tişt got: "Em bikin ku wê herkes vê bêhiqûqiyê bibîne û li dij dengê xwe derbixe. Em bawer dikin ku wê hewldan encam bidin. Ji ber wê em di nav hewldanan de ne. Ev hewldan çiqas mezin bibin û wê îhtîmala encamgirtinê jî wê ewqas mezin bibin."   MA / Ergîn Çaglar