Dozgerê Doza Kobanê terfî kir 2022-06-20 11:27:25   ENQERE - Dozger Ahmet Altun ku îdianameya Doza Kobanê amade kiribû bi biryanameya HSYK’ê re bû Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê.    Li gorî biryarnameya daraza dadî ku Yekemîn Daîreya Lijneya Dadger û Dozgeran (HSYK) parve kiribû; cihê 5 hezar û 426 dadger û dozgeran hate guhertin. Li gorî biryarnameyê; Eskîşehîr, Bursa, Antalya, Konya, Kocaelî û Kayserî di nav de ji bo 33 bajaran serdozgerên nû hatin tayînkirin û cihê endamên 351 dadgehên herêmî jî hate guherandin.    DOZGERÊ DOZA KOBANÊ TERFÎ KIR    Yek ji dozgerên ku cihê wî hatiye guherandin jî Dozgerê Komarê yê Enqereyê Ahmet Altun bû ku îdianameya Doza Kobanê amade kiriye. Altun di çarçoveya biryarnameya HSK’ê de bû Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê.    DADGERÊ DOZA GEZIYÊ HATE SIRGÛNKIRIN    Di Doza Geziyê de tenê dadger Kurşad Bektaş şerha muxalefetê danî bû û ew jî ji Stenbolê sirgûnî Tokatê hate kirin.