Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê 2022-06-20 12:27:53   RIHA - Ferît Şenyaşar bal kişand ser guhertina cihên dadger û dozgeran û wiha got: “Dadger û dozger diguherin lê belê edalet pêk nayê.” Dayik Emîne Şenyeşar jî anî ziman ku dixwaze di cejnê de kurê wê Fadil Şenyaşar bi wan re be.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 469’an de jî berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bavek û 2 kurên xwe di 14.06.2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêş çavên her kesekî hatin qetilkirin. Dayik, ji bo kurê xwe yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û zarokên xwe yên hatine qetilkirin li ber deriyê edliyeyê tê sekinandin. Edalet ji bo her kesî” hatibû vekirin. Di çalakiyê de malbatê derheqê têkoşîna xwe ya edaletê de bo welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê ketine axivîn.    'DIXWAZIM KURÊ MIN DI CEJNÊ DE LI BA MIN BE’    Emîne Şenyaşar di çalakiyê de da zanîn ku Cejna Qurbanê nêz dibe û wiha got: “Ev bû 4 sal ku kurê min di girtîgehê de ye. Ev çar sal in me nekarî yek cejnê jî pîroz bikn. Ev du sal in em cejna xwe li pêşiya edliyeyê derbas dikin. Bila kurê min were malê û em cejna xwe li mala xwe pîroz bikin. Naxwazim di vê cejnê de li vir rûnim. Heke edalet hebûya dê kurê min bihata berdan. Ez kurê xwe dixwazim. Bila kujerên kurê min bên girtin.”    'DADGER Û DOZGER DIGUHERIN LÊ EDALET NAYÊ’    Her wiha Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku cihê 5 hezar û 426 dadger û dozgeran hatiye guherandin û ev tişt anî ziman: “Ev bû 4 sal in em têdikoşin. Dema îro hatin pêşiya edliyeyê, me bihîst ku cihê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî hatiye guherandin. Biryara têkildarî ‘doza kargehê’ ya komkujiyê jî niha li Dadgeha Herêmê ya Dîlokê ye. Serokê daîreyê yê wê derê jî guherî ye. Dozger û dadger diguherin lê edalet pêk nayê. Rayedarên tên ji bo bêedaletiyê çareseriyekî peyda nakin. Heqîqetek li holê heye. Bêhiqûqî û bêedaletiyek heye. Banga me ji bo van rayedarên nû hatine ye; tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê bêhiqûqiyê haydar e. Em dixwazin ku êdî ev bêhiqûqiye ji rojevê bikeve.”