Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin 2022-06-20 14:24:15   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna li Balikesîrê de 11 kes bi hinceta pere ji zarokên xwe yên girtî re şandine hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 11 kes hatin berdan û nexweşê şîzofreniyê Muammer Kaya jî hate girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê de ku di 15’ê hezîranê de hatibû destpêkirin, ji bajarên cuda 11 kes hatibûn binçavkirin. Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Adîle Erkan jî di nav de 11 kes bi sedema ku ji xizmên xwe yên girtî re pere şandine û bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî derbasî Balikesîrê hatin kirin û ji binçavkiriyan 10 jê hatin berdan. Lê belê welatiyê bi navê Muammer Kaya bi sedema lêpirsîneke din û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    ‘YÊN KU JI XAL Û KURÊ XWE RE PERE ŞANDIN HENE’    Parêzer Fatîh Gokçe derheqê lêpirsînê de axivî û wiha got: “Ji kesên bi îdiaya ‘fînansmaniya rêxistinê’ hatibûn binçavkirin hinekan jê xal û hinekan jê jî kur û xizmên wan di girtîgehê de ne. Hinek jî vasî ne. Gelemperiya binçavkiriyan pîr in û nexweşiyên wan ên giran hene. Heta bijîşkan ji bo hinek binçavkiriyan rapora ‘nikare di nezaretê de bimîne’ dan. Ji binçavkiriyan 10 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Lê ji bo Muammer Kaya lêpirsînên cuda weke hincet hatin nîşandan û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Nexweşiyên wî yên giran hene û nexweşê şîzofreniyê ye.”   ‘WE ÇIMA PERE ŞANDINE’   Têkildarî pirsên di çarçoveya lêpirsînê hatine kirin jî Gokçe ev tişt anî ziman: “Pirsên weke ‘We çima pere şandine?’, ‘Hûn wan kesên ku we ji bo wan pere şandine nas dikin an na?’ û ‘Hûn ji ku nas dikin?’ jê hatin kirin. Weke mînak, miwekîlekî min ji bo kurê xwe pere şandine. Lê belê pirsên weke ‘Tu çima pereyan dişînî?’ û ‘Te ji bo rêxistinê ev pere şand?’ jê hatin kirin.”