Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist 2022-06-20 22:54:48   WAN – Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê leşkerên ku ji bo binçavkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve çek teqandin û li jinên ku li ber vê yekê rabûn xistin.    Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê leşkerên tevgera taybet ên ji bo binçavkirina welatiyê bi navê K.A. hatin mezrikê bênavber qederekê ber bi hewayê ve çek teqandin. Jinên ku li ber vê yekê rabûn jî hatin derbkirin.   Di dîmenên hatin girtin de tê dîtin ku gelek leşkerên tevgera taybet dora mala K.A. girtine û bera hewayê didin û bi tahdeyê K.A. binçav dikin.