Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin 2022-06-21 09:00:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmenderên Êzidî diyar kirin ku Meclîsên Gel ên herêmê bi zanebûn têne hedef girtin û gotin: “Ji bo ku Êzidî li Şengalê li ser axa xwe nebine xwedî îrade û di pergaleke nû de hebûna xwe temsîl nekin êrîş dikin. Bi hedef girtina Meclîsên Gel vê peyamê didin.”   Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Federe de “Peymana Şengalê” hate îmzekirin. Peymana ku vîna êzidiyan nas nedikir rastî bertekan hat. Li gel îmzekirina peymanê êrîşên sîstematîk ên ku piştî peymanê dest pê kirin berdewam kirin û vê carê jî di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê de dîwarekî 250 kîlometre dirêj û 3 metre bilind hate çêkirin. Bi vî dîwarî tê xwestin ku têkiliya êzdiyan a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundên ereban de were qut kirin. Li gel çêkirina dîwarî artêşa Iraqê di 2’yê gulanê de bi daxwaza PDK’ê û Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir. Lê pişt re bi berxwedana Asayîşa Êzîdxan hat daxuyandin ku wê bi diyalogê çareser bikin. Lê Tirkiyeyê di 15’ê Hezîranê de Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir û di êrişê de zarokê 10 salî Salih Xidir û kalê wî Xidir Şivan Naso jiyana xwe ji dest dan û nûçegihanê ÇIRA Tv’yê jî di nav de bi giştî 7 kes jî birîndar bûn. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bênavber berdewam dikin.  Siyasetmenderên Êzidî yên li Şengalê bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ku bi hedef girtina Meclîsên Gel Tirkiye dixwaze pergala ku hatiye avakirin tune bike.     'SENARYOYA VÊ ÊRÎŞE BERIYA NIHA HATIBÛ AMADEKIRIN'   Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen, êrîşa li ser Meclîsa Gel şermezar kir û wiha got: “Di serî de em ji malbata zarokê şehîd ketî sersaxî dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfayê dixwazin. Weke ku tê zanîn di van demên dawî de li ser Şengalê û civaka me zext û planên dijmin zêde bûne. Di serî de dewleta tirk û hevkarê wan ketine nav pilanên qirêj û dixwazin civaka me bê îrade bikin û deskeftiyên me yên bi xwîna şehîda bi dest xistine tasfiye bikin. Bi hevkariya hin kesên di nav hikumeta Iraqê û PDK’ê de ne van planan didin meşandin. Pişti ku di demên dawî de civaka me bû îrade û hêzek mezin, rê li ber tev li hevî û pêkanina planên dijmin girt. Ev êrîş bi plankirî pêk anîn. Meclîsa me ya Gel a Sinûnê bi zanebûn hate hedefgirtin. Ji ber ku gelê me bi berdewamî serdana meclîsa xwe dikirin û Meclîsê ji bo çareserkirina pisgirêkên gel kar û xebatên xwe bê navber didan meşandin. Her wiha li derdora Meclîsê jî gelek mal, dikan û gel hebû. Mirovên derdora meclîsê jî hatin hedef girtin. Ji ber di van demên dawî de bi gelek awayî ji aliyê PDK'ê ve hewl hate dayin ku di Şengalê de aloziyan derbixînin. Xwestin ku gel ji derdora rêveberiya xweser dûr bikeve û bi şêwazê peymana 9 cotmehê pêk bînin. Senaryoya vê êrişê ji berê hatibû amadekirin. Çend kesî ku girêdayî xwe çêkirin û erkdar kirin ku êzdî li dijî rêveberiya xweser derkevin. Lê ev hewldanên wan û provakasyonên wan bi ser neketin.”   'LI KU RÊVEBERIYEK XWESER HEBE WIR HEDEF DIGIRE'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham, jî bi lêv kir ku Tirkiye bi zanebûn Meclîsên Gel hedef digire û anî ziman ku xeyalên Osmaniyan niha nevîyên wan dixwazin pêk binin. Sûham di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Di serî de em ji malbata zarokê 12 salî û civaka êzdî sersaxî dixwazin. Bêgûman ne cara yêkemîne ku dewleta tirk li dijî Şengalê êrişan pêk tîne. Ev êrîşe bêgûman raste rast îradeya civaka êzdî hedef digire. Rast e rast Meclîsên Gel û xweseriya demokratîk hedef digire. Ji ber wê jî beriya niha Meclîsa Gel a Xanesorê jî bombebaran kiribûn. Herî dawî jî Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kirin. Bêgûman ev êrîşên ku li dijî civaka êzdî pêk tên, ji êrîşên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê ne cudatirin. Her wiha bi rojan e dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Li ku derê rêveberiyeke gelan û îradeyeke gelan hebe wir hedef digire. Bi taybetî jî li ser  Şengalê û Rojavayê Kurdistanê êrişan pêk tîne. Ji bo ku di Şengalê de êzdî li ser axa xwe nebine îrade û di pergaleke nû de hebûna xwe temsîl nekin êrîş dikin. Bi taybetî hedef girtina Meclîsên Gel vê peyamê didin. Dibêjin ku, 'Divê civaka êzidî her tim kole be û heger azadiya xwe bigere wê rastî êrîşan bê'. Peyam ev e. Destpêkê pêşengên civaka êzdî hedef girtin û armanc ew bû ku civaka êzdî bê nasname bihêlin. Niha jî berê xwe dane meclîsên wan.”   'DIXWAZIN PERGALA KU HATIYE AVAKIRIN TUNE BIKIN'   Suham, bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jî êzdî xwedî li meclîsên xwe derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êriş bi plankirî pêk tên. Yê ku îstîxbaratê dide dewleta tirk û bi MÎT'ê re kar dike çend kesên ku mirov nikare bêje êzdî ne jî, ji bo çend qirûş pere ku xwe firotine û bi MÎT û parastinê re kar dikin. Tiştê ku li vir çêdibe, têkildarî cihên Meclîsan û YBŞ’ê rast e rast îstîxbarat didin dewleta tirk û sîxûrtiyê dikin. Yên ku pêşengtiyê ji îstîxbaratê re dikin mala Şeşo ye. Ji ber wê jî mirov dikare vekirî bibêje. Piştî van êrîşan li herêmê rewş aloze. Piştî şerê di navbera Asayîşa Êzîdxan û artêşa Iraqê de, di Şengalê de çend kesên ser PDK'ê ve propagandaya reşkirina Asayîşa Êzîdxan dikin. Van kesan careke din bi vê êrîşê berê xwe dan Meclîsê û gotin, 'Divê Asayiş ji vir derbikeve'. Li vir komeke ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye perwerdekirin propagandayê dike. Bi van dixwazin pergala heyî tune bikin. Ev êrişe ji peymana 9’ê cotmehê ne cudatir in. Dixwazin heyfa binketina li herêma Zapê ji Şengalê bistînin. Dewleta tirk ji bo ku desthilata xwe li vir ava bike û hêza xwe nîşan bide van êrîşan dike. Li dijî van êrîşan berxwedana civaka êzdî heye.”   ‘NAXWAZIN KU ÊZIDÎ DI ŞENGALÊ DE BIMÎNIN’     Ji Endamê Desteya Rêveberiya Şengalê Hisên Sado jî diyar kir ku armanca êrîşan, Şengaleke bê êzdiye û got: “Piştî fermana Şengalê, civaka êzidî birînên xwe pêçandin û ew tirs ji dilê xwe derxist. Kî sedemê van êrîşan be naxwaze ku êzdî di Şengalê de bimînin. Di her êrişekî de Şengalê dikin çol. Jiyana li Şengalê nexweş dibe. Zagonên wan hene. Lê ew zagonên wan bûne sedemê fermanên Şengalê. Heger ev zagonên wan ne li gorî hin hîzban bin û ne li gorî şexsan bin wê demê çima di Şengalê de ninin? Heger zagonên wan li ser avakirina Şengalê bûna heta niha Şengal bihata avakirin.”