Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir! 2022-06-21 09:05:49   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Sû, beriya dîroka peymana îhaleyê ji bo tirkmenên Bismilê bi 430 hezar TL'yî şahiyek li dar xist. Peymana ji bo şahiyê piştî şahiyê bi 13 rojan hat çêkirin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 24'ê Gulanê de li gundê Haciya Tirka Şahiya Dîrok, Çand û Paleyiyê ya Tirkmenên Amedê li dar xist. Şahî 2 rojan domand. Çendî komeleyên tirkmenan parastin ku wan bi xwe ev şahî li dar xistiye jî, lê Midûriyeta Xizmetên Malî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 16'ê Gulanê de îhaleya "Karê Xizmeta Organîzasyona Hevdîtin-Şahiya Dîrok, Çand û Paleyiyê ya Tirkmenên Amedê" çêkir.    Maliyeta îhaleyê ewilî li dor 529 hezar û 600 TL'yî hatiye diyarkirin, lê qeyûm îhaleyê bi 430 hezar TL'yî daye şîrketa Cevdet Mucuk-EFC Produksiyonê ya li navçeya Menteşe ya Mûglayê.    PÊŞÎ ŞAHÎ BI DÛ RE PEYMAN   Şahiya navborî berî ku peymana îhaleyê bê çêkirin, di 24-25'ê Gulanê de hat lidarxistin. Waliyê Amedê Alî Îhsan Sû, Qeymeqamê Bismilê û qeyûmê Şaredariya Bismilê Enver Hakan Zengînce, amîrên saziyê û serok û nûnerên federasyon û komeleyên tirkmenên yoruk ên çar hawirdorên Tirkiyeyê tevli şahiyê bûn.    Îhaleya şahiya navborî di 16'ê Gulanê û peymana şahiyê jî di 21'ê Gulanê de hatiye çêkirin, lê peyman piştî şahiyê bi 13 rojan, yanî di 6'ê Hezîranê de hatiye îmzekirin.