Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin 2022-06-21 11:40:32   RIHA - Şaredariya Wêranşarê ya di destê AKP'ê de ev 3 sal in xebata çêkirina kuçe û cadeyan temam nekir û kortikên ku ji ber xebata binesaziyê çêbûne xelkê bêzar kiriye.   Şaredariya Wêranşarê ya di destê AKP'ê de 3 sal berê li kolana 292’emîn a Taxa Hurriyetê, dest bi xebata bicihkirina kevirên parkeyê kir. Lê belê şaredarî xebata ku daye destpêkirin temam nekir. Di encama xebata ku nîvcoyî mayî de kortik çêbûn û av û herî li kortikên çêbûne de berhev dibin.    ŞÊNIYAN KORTIKAN BI BETONÊ GIRTIN     Şêniyên taxê gelek caran serî li Gerînendeya Karên Fenê yên Şaredariyê dan û xwestin xebata ku hatiye destpêkirin bê bi dawî kirin. Welatiyan destnîşan kir ku şaredariyê wan bi gotinên “Em dê îro bên, sibê bên, dema ku tîmên me hatin em ê bişînin” 3 sal ew mijûl kirin. Welatiyan diyar kir ku di xebata nîvcoyî mayî de kortik çêbûne û bêhna genî ji wan kortikan peyda dibe û belavî derdorê dibe. Welatiyên ku tu xêrê ji şaredariyê nedîtin bi derfetên xwe, kortikên ku çêbûne bi betonê girtin.