Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin 2022-06-21 12:17:41   STENBOL - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, diyar kir ku girtiyên nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û bi lêv kir ku ev yek “polîtîkaya kuştinê ye.”   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin her ku diçin giran dibin. Bi taybetî girtiyên siyasî di bin zextên îdarî û siyasî de ne. Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin bi nameya ku şand re binpêkirinên mafan ên diqewimin, pêkanînên keyfî û zext ragihandin.    Karakaş, diyar kir ku êrişên psîkolojîk û fîzîkî re rûbirû dimînin û da zanîn ku daxwazên wan ên qanûnî ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên redkirin û serlêdanên li saziyên têkildar dikin jî bêbersiv tên hiştin. Karakaş, bi lêv kir ku bi vê rewşê li girtîgehan pêkanînên keyfî zêde dibin û polîtîkayên tecrîdê zêdetir dibin û anî ziman ku hemû daxwazên wan ji aliyê midur û dozgerê girtîgehê ve tên paşguhkirin.     ‘BÊRÛMETÎ TÊ FERZKIRIN’   Karakaş, ragihand ku daxwazên girtiyên nexweş ên giran ên sewqê ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta “lêgerîna nava dev” demekî dirêje nayên kirin. Karakaş, bi lêv kir ku bi ferzkirina van pêkanînan mafê  tedawîbûnê yên girtiyan jî ji dest tê girtin û wiha got: “Tevî ku nexweşiyên me yên kronîk hene û mecbûr in bên dermankirin jî 10 meh in kes ji me ji vî mafê xwe sûd newergirtî ye, em nikarin biçin nexweşxaneyan. Di rewşên lezgîn de jî ev pêkanîna bêrûmetî li me tê ferzkirin.”   Karakaş, diyar kir ku dema wan dibin Edliyeyê jî “lêgerîna dev” li wan ferz dikin û da zanîn ku mafên wan ên hiqûqî tên xespkirin, mafên wan ên parastinê tê astengkirin û wiha got: “Şertên darizandineke adil nînin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN KUŞTINÊ DI DEWRÊ DE NE’   Karakaş, bi lêv kir ku ji ber pêkanîna “lêgerîna nava dev” dermankirina girtiyan belavî demê bûye, “polîtîkaya kuştinê” xistine meriyetê û diyar kir ku nexweşî her ku diçe zêde dibin. Karakaş, ragihand ku ji tiştekî neyînî ku li girtîgehê biqewime îdareya girtîgehê berpirsyar e.    AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÊ TÊN ASTENGKIRIN   Karakaş, vegot ku bi hinceta bergiriyên pandemiyê nêzî du sal in ji mafên weke sohbet, qûrs, spor û her wekî din nikarin sûdê bigirin û destnîşan kir ku ev yek jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi awayekî keyfî tê ragihandin.    MEXDURIYETA MALBATAN   Karakaş, diyar kir ku daxwazên guhertina odeyan ên qanûnî yên girtiyan tên astengkirin, ode bên guhertin jî îdareya girtîgehê diyar dike û wiha berdewam kir: “Saetên hevdîtinê yên odeya ku tê guhertin jî li ber çav nayê girtin û ev yek Jî malbatên bi kîlometreyan dûr tên mexdûr dike. Daxwaznameyên têkildarî mijarê tên nivîsîn jî ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve bê hincet tên redkirin.”   NEXWEŞIYÊN HENE   Karakaş, ragihand ku ji ber girtî demekî dirêje li girtîgehê dimînin nexweşiyên çavan, astim, KOAH, xweyîbûn, ji tîrêjên rojê sûd negirtin derketine holê, bêyî daxwaza wan li odeyên ku cihê hewadarkirinê bi têlan hatine girtin, bicihkirine û diyar kir ku ev ode psîkolojî û tenduristiya mirovan xerab dike.    DAÎŞ’Î, GIRTÎ Û MALBATAN BI HEV RE DERDIXÎNIN HEVDÎTINÊ   Karakaş, bi bîr xist ku îdareya girtîgehê ji ewlehiya malbat û girtiyan berpirsyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi DAIŞ’î, komen nijadperest û heman kesan re li heman cihî derdixînin hevdîtinê. Ewlehiya canê me jî ya malbatan jî dikeve xetereyê. Em ji aliyê îdareya girtîgehê bi zanebûn li van odeyan tên bi cih kirin.”   PROVOKASYON   Karakaş, anî ziman ku hinek gardiyan bi êrişên devkî û fîzîkî hewl didin provokasyonan bikin û wiha pê de çû: “Rêveçûna bi yek rêzî, silavnedayînê ferz dikin û digihe asta ku bi awayekî fîzîkî êriş bikin. Dîsa di bin navê ‘lêgerîna odeyan’ de gelek caran ji aliyê komeke personelan ve provokasyon tên kirin. Em vê diyar bikin heke em bi hestiyar tevnegerin dibe ku kuştin jî çêbibe.”   NANÊ KU NADIN DIFIROŞIN   Karakaş, anî ziman ku ji ber qeyrana aborî û zeman nikarin tiştekî ji kantînê bigirin û ji vê rewşê bi taybetî girtiyên nexweş jê bandor dibin. Karakaş, bi lêv kir ku ji ber qeyranê xwarin hatine kêmkirin û nanê ji bo sê dana dihat û gramaja wî kêm e hebek tê dayîn û nanê nadin girtiyan, li kantînê tê firotin.    Karakaş, da zanîn ku piştî zemên hatine kirin bihayê ceyranê jî 2 qet bûye û têkildarî vê rewşê wiha got: “Fatûrayên ceyranê li gorî ticaretxaneyan tên birîn ne li gorî malan. Ev yek jî ji aliyê aboriyê ve zirareke aboriyê ya mezin dide me.”   ‘LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN’    Karakaş, ragihand ku pêkanîna “lêgerîna tazî a li girtîgehan” ku Wezareta Dadê got nîne, bi darê zorê li wan tê ferzkirin û heke qebûl nekin derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin û anî ziman ku di demên dawî de bi taybetî li jinên tên serdanê tê ferzkirin. Karakaş, da zanîn ku 3 kesên di lîsteya wan a serdanê de di çarçoveya “lêpirsîna ewlehiyê” de bi gotina “bixetere” ye bêyî vîna wan ji lîsteyê tên derxistin û bi vê yekê re nikarin ji mafê xwe yê hevdîtinê sûdê bigirin.    HEWLDAN BÊ ENCAM DIMÎNIN    Karakaş, bi lêv kir ku têkildarî pirsgirêkên heyî û binpêkirinên mafan de bi midur û dozgerê girtîgehê re daxwaza hevdîtinê kirine lê nehatiye qebûlkirin û pirsgirêk kûrtir bûne. Karakaş, anî ziman ku daxwaznameyên ji Wezareta Edaletê û Miduriyeta Girtîgehan a Giştî dişînin re bersiv nayên dayîn.    ‘AGIR BERDAN QAWIŞÊ’   Karakaş, da zanîn ku têkildarî mijarê Wezareta Dadê daxuyaniyek da, diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehan ên wisa nînin û girtiyên siyasî bi zanebûn van dinivîsin û wiha got: “Rojên derbas bûyî girtiyên edlî jî li dijî van polîtîkayên zext û tecrîdê yên li dijî girtiyên siyasî tên meşandin serî hildan. Girtiyên edlî ji ber van pêkanînan şermezar bikin agir berdan qawişan û serî hildan.”