Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan 2022-06-21 16:36:19   AMED - Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 27 sal in bi hinceta sûîqesta tuxgeneral Bahtiyar Aydin girtî ye.    Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan yek ji hezar û 605 girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku 27 sal in bi hinceta sûîqesta tuxgeneral Bahtiyar Aydin girtî ye. Ji deh nexweşînan zêdetir nexweşînin Ozkan hene û hefteya borî ji ber rewşa wî giran bûbû hatibû xwestin ku ew rakin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku nayê berdan nexwest biçe nexweşxaneyê. Piştî hevdîtina rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê û parêzeran a pê re Ozkan qebûl kir ku wî rakin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde yê Gazî Yaşargîlê. Nexweşxanyê careke din rapora ku nikare li girtîgehê bimîne da Ozkan.   NEXWEŞIYA DEMANSÊ   Nexweşxaneyê di rapora xwe de balê kişand ser nexweşiya demansê ya Ozkan û destnîşan kir ku Ozkan nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibîne û biçe daşirê û tiştan ji xwe bîr dike. Di raporê de hat diyarkirin ku nexweşiya dil, hîpertîroîdî, hîpertansiyon, koroner arter (KAH) û gurçikan bi Ozkan re heye. Her wiha di raporê de hat desntîşankirin ku Ozkan timik nexweş e û pêwîst dike cezayê wî heta salekê bê taloqkirin.   SEWQÎ ATK'A STENBOLÊ KIRINE   Piştî vê raporê Ozkan hefteya borî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin û piştî karên xwe yên li vir careke din wî anîne Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    ATK'ê jî rapora xwe ya derbarê Ozkan de hê temam nekiriye.