Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin 2022-06-21 20:36:12   KOCAELÎ – Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Selahattîn Yilmaz ku ji ber gotinên xwe yên di Newrozê û kongreya HDP'ê de hatibû binçavkirin hat girtin.    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Selahattîn Yilaz ji ber gotinên xwe yên di Kongreya Asayî ya Çaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê û gotinên xwe yên di pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adara 2021'ê ya Gebzeyê de di 19'ê Hezîranê de hatibû binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.   Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê Yilmaz sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" Yilmaz sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir. Yilmaz piştî lêpirsîna li dadgeriyê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Kandira ya Jimare 2'yan.