Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin 2022-06-22 10:19:43   WAN - Malbata Atli ku li gundê Xaşkanê yê navçeya Elbakê leşkeran li wan da, diyar kir ku ji ber kurd in leşkeran tundî li wan kiriye û tiştên ku leşkeran anî serê wan jî weke zilm bi nav kir.   Di 20'ê hezîranê de leşkeran bi ser malbata Atli ku li mezraya Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê dijî de girt  ji malbatê Mehmet Emîn Atli binçav kir. Dem abinçavkirina Atli leşkeran bi deqeyan gule berî hewa dan û li jinan da. Di dîmenên ku piştî serdegirtine derketin holê de hin jin ji ber tundiya leşkeran a li dijî xwe bi ser hişê xwe ve diçin. Rexmî vê rewşê jî Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê tundiya leşkeran parast. Malbata Atli, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û tiştên ku leşkeran bi serê wan de anî vegot.     DI DERENCÊ DE KET   Keça Atli Ayten Atli ku beriya demekê ji pişta xwe hatiye emeliyatkirin, diyar kir ku leşkeran saet di 06.00'an de bi ser mala wan de girtiye û li wan daye. Atli, diyar kir ku bi dengê leşkeran şiyar bûjye û li ser vê derketine derve û ev tişt got: "Li ber derê mala me min bi sedan leşker dît. Min pirsa ku çima hatine ji wan kir. Leşkeran got ku li malê bigerin. Ji ber ku min destûra lêgerînê ji wan xwest min tendan. Min bertek nîşanî vê da û ji wan re got ku emeliyatkirî me. Rexmî ku min vê got jî tenê li min dan û min di derencê de xistin. Piştî ku ketim xwarê nikaribûm rabim ser xwe. Ji ber vê lêdanê pişta min werimî û êşiya."   'EWLEHIYA CANÊ ME TUNEYE'   Atli, da zanîn ku leşker bi ser we de qêriyane û wiha axivî: "Bi deqeyan gule berî hewa dan. Rewşeke wisa bû ku em nikaribûn birevin û bi cihekî ve biçin. Gund timik di bin dorpêça leşkeran de ye. Ji ber ku em kurd bûn ev tişt anîn serê me. Wisa aşkera diyar bû ku ji bo binçavkirinê nehatibûn. Mirov diogt qê ji bo tolhildanê hatine. Bi deqeyan li min û dayika min dan. Kesê ku herî zêde li me da çawişê pispor Mehmet K. bû. Em ê giliya vî kesî bikin. Lİ vir bi awayekî zelal nîjadperestî heye. Heke wiha zextan bikin em ê neçar bimînin ku ji van deran koç bikin. Lewre ewlehiya canê me tuneye. Em gelek ditirsin ku tiştek bibe."   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Ji bo kesên ku tiştên anîne serê wan bêceza neyên hiştin Atli bang kir ku herkes bertek nîşanî rewşê bide û ev tişt anî ziman: "Bi salan e zilmê li me dikin. Berê delîlal me tunebû lê niha delîleke me heye. Li ber derê mala me li me dan. Ji ber ku em kurd bûn li me dan. Heke ne ev be çî ye? Em edaletê dixwazin. Ji ber vê divê herkes daxilî vê mijarê bibe û li cem me be."   LI ERDÊ LÊDANE    Hevjîna Atli Dîlber Atli jî destnîşan kir ku leşkeran bi deqeyan li wan daye û wiha got: "Leşkeran pihîn avêtin piyê min û min avêtin erdê. Piştî ku ketim erdê jî li min dan. Bi lêdanê hevjînê min li wesayîtê siwar kirin. Ji ber ku min bertek nîşanî vê rewşê da guleyan berdan. Hê jî di lingên min de şopên pihînan hene û mor bûne. Derûniya zarokên me xera bû. Zilm û heqaret li me hat kirin. Leşkerê dewletê çawa dikare wiha bike? Heq û hiqûqê nehiştin. Peywira leşkeran zilma li welatiyan e? Em vê rewşê qebûl nakin û serî li cihên pêwîst bidin. Em dixwazin ku kesên vê zilmê li me kirin li pêşberî hiqûqê hesab bidin."   MA / Hakan Yalçin