Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin 2022-06-22 12:30:21   WAN - Di doza kelekê ya li Gola Wanê noqî avê bûbû û 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn de dozger, ji ber ku 61 caran bûne sedema "qaçaxiya bi wesf a penaberan" û "îhtîmala kuştina qestî ya mirovan" ji bo 12 bersûcan cuda cuda ceza xwest.   Di 27'ê hezîrana 2020'an de li Gola Wanê kelekek penaberan noqî avê bûbû. Di bûyerê de 2 jê zarok bi giştî 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber bûyerê yek ji giştî li 12 kesan doz hatibû vekirin. 8'emîn danişîna dozê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Ji bersûcan Medenî Akbaş bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerên penaberan jî li danişînê amade bûn.    DOZGER CEZA XWEST    Piştî parastinên hatin kirin dozger mutalaaya xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger, di mutalaaya xwe de  ji ber ku 61 caran bûne sedema "qaçaxiya bi wesf a penaberan" û "îhtîmala kuştina qestî ya mirovan" ji bo 12 bersûcan cuda cuda ceza xwest.   Heyeta dadgehê, biryara berdewamkirina girtina bersûc Medenî Akbaş da û ji bo parêzer parastinên xwe amade bikin danişînê taloqî 26'ê cotmehê kir.