‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’ 2022-06-22 12:51:29   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, wêneyên Emîne Erdogan û Emîne Şenyaşar bi hev re parve kirin û wiha got: “Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 471’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand, Ferît Şenyaşar jî hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li ser derenceyên avahiyê dest bi nobeta xwe kir. Şenyaşar, têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê parêzer û welatiyên ku rêya wan dikeve edliyeyê agahdar dike.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bal kişand ser gotinên Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên “4 sal in dayikek li Rihayê bi hesreta edaletê bi şev û rojan hesiran dibarîne” ku di 25’ê Nîsana 2018’an de di salvegera 56’emîn a Dadgeha Qanûna Bingehîn de gotibûn û ev peyam parve kir: “Ne di destê mirov de ye ku tev li van gotinên Serokkomar nebe. Heke li cihekê hesreta edaletê zêde be li wir zilm heye. Heke em di heman keştiyê de rêwitiyê bikin, çima ev zilm berdewam dike.” Malbatê di binê twîtê de wêneyên Emîne Erdogan û Emîne Şenyaşar bi hev re parve kirin û wiha got: “Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?”