'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye' 2022-06-23 07:45:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Iraqê Kurde Omer, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê banga yekitiyê li Parlamentoya Iraqê kir û ev tişt got: "Tun hinceteke bombebarankirina Tirkiyeyê ya herêmê tuneye."   Tirkiye, êrişên xwe yên ku di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin, didomîne. Parlementera Iraqê Kurde Omer derbarê van êrişên Tirkiyeyê de ji Rojnews re axivî. Omer, diyar kir ku êrişkirina Herêma Kurdistanê û kuştina welatiyan ne karekî mirovî ye û wiha got: "Em van karên nemirovane yên Tirkiyeyê şermezar dikin. Pêwîste welatên cîran rêz li xaka Herêma Kurdistan û serweriya Iraqê re bigrin."   Di berdewama axaftina xwe de Omer, bang kir ku li dijî bombebaran û şehîdxistina welatiyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve yekdengiyek hebe û ev tişt anîn ziman: "Ti hinceteke dewleta Tirk ku di bombebarana li Germiyan, Axceler û cihên din de welatiyan şehîd dixe nîne. Hêvî dikim ku di dema nû ya parlementoyê de em bikaribin li nav Parlementoya Iraqê de li dijî van êrişan yekdengiyek çêkin.  Em van karên nemirovane şermezar dikin. Divê sinorek li pêş van êrişan were danîn."