ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-23 09:00:01   *  Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç ku tevî 15 hevpîşeyên xwe hat girtin, tevî hemû çewisandin, girtin û îşkenceyan jî dest ji rojnamevaniyê berneda.    * Cejna Sarûhan ragihand ku li Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê atolyeyên erbane, baxleme û zarokan dane destpêkirin û got: "Li ku derê dibe bila bibe em ê hunera xwe bidomînin."    * Bêrêbaziyên Şaredarê Artuklu yê AKP’ê Abdulkadîr Tutaşi derketin holê. 13 endamên Meclisê yên AKP’yî xwestin Tutaşi îstifa bike, lê daxwaza wan nehat bicihanîn û van endamên Meclisê daxwaznameyên îstifayê dan.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 472'yan de berdewam dike.    * Danişîna koma çaremîn a dozên betalkirina ji vekişandina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê bê dîtin. Beriya danişînê wê li pêşiya Şûreya Dewletê daxuyanî bê dayîn. (09.00)   * Paralementerê TÎP'ê Ahmet Şik, Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û parêzer Resûl Temûr, derbarê rewşa 16 rojnamegerên girtî de wê li Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * DFG û MKGP, ji bo 16 rojnamegerên hatin girtin wê li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî bidin. (11.30) ZINDÎ   * Danişîna doza ku li bavê Denîz Poyraz Abdûlîlah Poyraz hatibû vekirin wê li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmirê bê dîtin. (11.30)   * Şaxa OHD'ê ya Mêrsînê, wê derbarê tiştên li Girîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê pêk hatine li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.30)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.30)    * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bikin. (13.00-16.00)    * Li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Tevlihev de fezlekeya rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîhe Aydenîz bê nirxandin. (15.00-21.00)   * 7 partî û rêxistinên ku li ser banga HDP'ê hatibûn gelhev derbarê daxwaza zemê ya muçeyan de li Îskeleya Kadikoyê daxuyanî bidin. (19.30)